Muslim: Li dijî hebûna Kurdan planeke xeternak û mezin heye

Reportaj Summay

Muslim: Li dijî hebûna Kurdan planeke xeternak û mezin heye
19 nîsan 2022   05:44

Li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê de Muslim da zanîn ku planeke xeternak û mezin li dijî Kurdan heye û got: "Heke plana dijmin li Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser ket, dê gava din îmhakirina herêmê Başûrê Kurdistanê be. Amadekariyên rakirina federaliya Başûrê Kurdistanê hene. Divê her kes di vê qonaxê de yekalî nebe."

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim da zanîn ku hêzên ji bo gelê Kurd şer dikin û bi rêbazên stratejîk bersiva êrişên dijmin didin, hêzên gerîla ne û got, gerîla li çiyayên Kurdistanê şer dike, ev çiya ne milkê kesekî û mafê kesekî nîne ku ji HPG’ê re bêje ji van çiyayên dakevin.

Der barê êrişên dawî yên dewleta Tirk, hevkariya PDK’ê di van êrişan de, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim Mulsim bersivên pirsên ANHA'yê dan. Muslim diyar kir ku gelê Kurd û Kurdistanê tevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk a dagirker re qebûl nake û wiha got: "Kirîna malan li derve tê wateya ku tu gelê Başûrê kurdistanê nabînî, tu ji bo gelê naxebitî û di çi kêliyê de tu amade yî birevî."

Hevpeyvîn wiha ye:

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê dest bi êrişên nû kirî,  ev êriş piştî du rojan ji hevdîtina Mesrûr Barzanî bi Erdogan û serokê MIT’a Tirk Hakan Fîdan re pêk hat, gelo bi nêrîna wê armanca ji vê êrişên niha çi ye?

Belê, mixabin me bihîst ku Herêmên Parastinê yên Medyayê rastî êrişan tê. Ev êriş ne ji niha ve ne. Beriya zêdetirî 20 rojan agahî hatin ku planeke dewleta Tirk heye ku di 15’ê Nîsanê de bi tevkarên xwe re êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike. Ji ber wê gelên Rojava û Başûrê Kurdistanê serî hilan. Li ser vê yekê plan du rojan hate paşxistin. Ev êrişên niha jî rastiya wan agahiyan piştrast dike.

Dewleta Tirk a dagirker bang li Mesrûr Barzanî kir. Rêbaza bangkirinê û rûniştina wî mîna ku karmendekî wan e û wêneyên derketine jî ne layiq bûn. Berpirsên PDK’ê li aliyekî rûniştibûn, Hakan Fîdan jî li aliyekî, di pêş de mûdîrê wan Erdogan bû. Ev dîmen ne layiqî serokê hikumet û berpirsekî di vê astê de ye.

Gelê Kurd, Başûrê Kurdistanê parçeyekî ji xwe dibîne, her wiha berpirsên wê jî parçeyekî ji xwe dibîne, mafê kesekî tuneye ku rûmeta gelê Kurd kêm bike û serokê MIT’a Tirk re rûne. Di vê yekê de tu ferq di navbera wan de tune ye.

Tiştê tê dîtin, PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker di civînê de li hev kir. Ji ber ku piştî civînê bi du rojan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Divê hemû gelê Kurd baş bizane ku ev êriş ne tenê li dijî HPG’ê ye. Êrişên li dijî gerîla ji salekê ve anku ji 23’yê Nîsanê heta niha ve nesekinîne, di wan êrişan de bi bin ketin û niha jî dest bi êrişeke din kirin, weke ku amadekariyeke nû ye.

Ji bo rewşa PDK’ê, gelê Kurd ji vê partiyê tengav bûye. Beriya niha PDK’ê kemîn ji gerîla re danîn û şehîd xistin. Niha jî li gorî agahiyên bi dest ketine, PDK’ê hêzên xwe sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Gelê Kurd bi hêvî bû ku PDK'ê li kêlek hêzên gerîla bisekiniya. Lê mixabin berovajî wê bû. Dewleta Tirk ji aliyekî ve û PDK’ê ji aliyekî ve êriş dike. Tişta ku dagirkeriya Tirk di dirêjahiya salekê de nikarî bikira, niha PDK’ê alîkariya wê dike da ku vê planê pêk bîne.

Divê gelê Kurd baş bizane ku plana dewleta Tirk ne tenê li dijî Başûrê Kurdistanê ye, lê belê wê ji firehtir e, armanca wê wêrankirina Başûrê Kurdistanê û rakirina wê, wêrankirina Rojava ye. Ji ber wê di van çend mehên dawî de êrişên xwe zêde kirin.

Divê em bizanin ku her kurdek di hedefa dewleta Tirk de ye. Niha jî yê herî bi hêz hedef digire, ji ber wê êrişên xwe yên li dijî HPG’ê gur kirin. Divê PDK’ê jî bizane ku bi sekna wê ya eşkere bi dewleta Tirk re ji tevahî gelê Kurd re dijmin îlan dike. Em bi hêvî ne ku PDK’ê ji helwestên xwe vegere ku herî kêm hêviyên gelê Kurd nekuje.

Hêzên ji bo gelê Kurd şer dikin û rêbazên stratejî bersiva êrişên bi didin,  gerîlayên HPG’ê ne. Gerîla li çiyayên Kurdistanê şer dikin, ew çiya ne milkê kesekî ye. Ew gerîla ji çar parçeyên Kurdistanê li wir kom bûne û mafê kesekî nîne ku ji HPG’ê re bêje ji van çiyan dakevin. Gelê Kurd baş dizane ku ev gerîla parastina wî dikin û têkbirina wan tê wateya têkbirina gelê Kurd e.

Divê Mesrûr Barzanî bifikire ku çima dewleta Tirk bang li wî kir, gelo ji te hez dike? Gelo dixwaze tu bimînî? Na, ne ji bo wilo ye, lê belê ji bo tu xizmetî wê bikî. Divê tu baş bizanî ku heke HPG’ê were tunekirin, Erdogan silavê nade kesekî ji Başûrê Kurdistanê, ne Mesrûr ne jî Mesûd û ne kesekî.

Mixabin gelek welatiyên me ketin xefka dijmin û şaştî der barê birayên xwe de kirin. Piranî ji we dibêjin em şerê biratiyê naxwazin, lê ev gotin têrê nakin û ne rast in. Ev ne şerê biratiyê ye, dijmin êriş dike û birayê te parastinê dike û tu jî ji dijmin re dibî mertal. Bi vê rêbazê bi hezaran gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Di êrişên dawî de bi dehan gerîlayên ji Rojava şehîd bûn, Heke PDK’ê rêz ji hestên dayikên şehîdan re bigirta, li gel dijmin nedisekinî.

Qonaxa ku em tê re derbas dibin hestiyar û giran e, qonaxa dawî ye. Heke dijmin were têkbirin dê tevkarên wî biavêjin çopa dîrokê. Ji ber wê niha ji gelê Kurd têkoşîn tê xwestin ku bimîne. Êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê, Rojava û lêkirina dîwar hemû girêdayî hev in.

Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên di bin serweriya PDK’ê  de dest bi êrişan kir. Di vê dawiyê de hin çavkaniyan eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tevkariya PDK’ê dê êrişeke berfireh li dijî destkeftiyên Kurd pêk bînin. Bi nêrîna we gelo armanca PDK’ê çi ye û hûn çawa vê tevkariyê bi dijminê hov ê gelê Kurd re wesif dikin?

Mixabin li gorî agahiyên heyî, êrişa dewleta Tirk bi rêya balafiran û di aliyê bejahî de jî bi rêya daxistina leşkeran li Başûrê Kurdistanê têne kirin. Zêdetirî 50 baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Leşkerên ku niha êriş dikin bi rêya helîkopteran ji wan baregehan veguhastin çiyayên Kurdistanê. Ev jî sosreteke mezin ku rê vedike û dihêle dijmin 50 baregehan ava bike. Ev jî tê wateya ku tu ne azad î. Em li vir behsa PDK’ê dikin, ji ber ku partiyên din ên li Başûrê Kurdistanê ne bi vê siyasetê re  neû eşkere dibêjin. Heta têkiliya pêşmergeyan jî bi vê yekê re tune ye. Ev kiryar, hin kesayetên ji PDK’ê bi rêya hêzên xwe yên taybet dikin. Hin kesayet di PDK’ê de hene ku bi rûmet in û vê yekê qebûl nakin. Malbata Barzanî desthilatê xistiye bin kontrola xwe û ew van kiryaran dikin.

Gelê Kurd û Kurdistanê tiştê malbata Barzanî dike, qebûl nake. Dijmin dê têk biçe, gelo çawa PDK’ê çarenûsa xwe bi dijmin ve girê dide. Divê baş bizanin ku heke dijmin têk çû, ew jî têk diçin.

PDK’ê ji dema hatiya damezrandin û heta roja îro ve dijberî berjewendiyên gelê Kurd e û bi dijminên gelê Kurd re tevkar e. Her wiha li dijî her tevgereke ku ji bo mafên gelê Kurd tê bikoşe disekine, bi nêrîna wê welatparêzî vê partiyê di ku de ye û kî li piş wê ye?

Piştî parçebûna 1965’an di nava PDK’ê de çêbûye û malbata Barzanî partî bi dest xwe ve aniye, tu welatparêzî di partiye de nema, ji wê demê ve dest bi kiryarên xerabkirinê li dijî gelê Kurd, fermandarên Kurd ji Silêman Meînî, Dr.Şivan û heta roja îro kirin.

Tişta em dikarin bêjin, PDK’ê vê rolê dilîze; xwestekên dijminên gelê Kurd û hêzên cîhanê yên li dijî gelê Kurd pêk tîne, parçebûn û parçekirina gelê Kurd, derxistina fitne û şerê navxweyî pêk tîne. Ji dema ku malbata Barzanî PDK’ê kontrol kir û heta roja îro ve , hewl dide desthilata malbatî ferz bike, mîna ku li Ewropa beriya 1500 sal pêk hatiye. Partiyê ji bo xizmetî berjewendiyên malbatê bi kar tîne, bi doza Kurd bazirganiyê dikin. Di vê dawiyê de pereyên wan ên li derve hatin eşkerekirin, pereyên xwe dixin bankên derve. Ev jî tê wateya ku Kurdistanê welatê xwe nabînin. Bi sedan malên wan li Amerîka û Dubey hene. Anku amadekariya revê dikin û baş dizanin ku kiryarên qirêj dikin.

Kirîna malan li derve, tê watya ku tu gelê Başûrê Kuridstanê gelê xwe nabînî, tu ji bo vî gelê naxebitî û tu amadekariya revê di her kêliyekê de dikî.

Dixwazim li vir destnîşan bikim ku PDK’ê partiyeke di xizmetî malbata desthilat de ye ku hewl dide dewlemendiya Kurdistanê kontrol bike, mîna hêzên dijber li Kurdistanê dinêre. Divê gelê Kurd vê rastiyê baş bizanibe.

Kî li pişt van êrişan e, di pêşperdeyê de dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê xuya dikin, gelo hêzên cîhanê li pişt van êrişan in û berjewendiya wan di vê yekê de çi ye?

Dema NATO’yê plana Rojhilata Navîn a nû danî ku di 1995’an de ketiye pratîkê, Kurd li derveyî vê plane bûn. Dewleta Tirk şert danîne ku Kurd tune ne û gotin ku dikarin kurdan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û heta astekê dest bi pêkanîna vê plane kir. Lê kurdan bi fedekariyên mezin ku li Başûrê Kurdistanê û Rojava dane, xwe îsbat kir. Ev yek ji bo hêzên cîhanê bû pirsgirêkeke, ji ber vê yekê yekê ku neçar ma plane biguhere. Fikreya Kurd hene û divê hebûna wan jî hebe, ji hêla plan (NATO) danîne ve nehat qebûlkirin.

Yên plan di 1995’an de daniye anku NATO’yê, dev ji plane berda, lê dewleta Tirk hîna bi pêkanîna wê û teoriya hebûna kurdan tune ye ve girêdayî ye û kurdan di wê de bi kar tîne, ev jî sosretek e.

Di demekê de ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê nîv sedsal ji têkoşînê derbas kir û hindik maye ku dewleta Tirk a faşîst sedsaliya xwe temam bike, gelo armancên dûr ên vê êrişê çi ne?

Dema ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê derket, valahiyek hebû û gelê Kurd hêvî qut kiribû. Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi têgeh û diruşmên nû derket û karî gelê Kurd komî ser hev bikira. Dema gelê Kurd bi salvegera 50’î ya damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê pîroz kir, teqez kir ku ew ne kurdê berê ye û ew pêşengê demokrasiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk jî ji dema damezrandina vê tevgerê ku bi têkoşîna çekdarî ya 1984’an dest kiriye û gelê Kurd li dora wê kom bûye ve, hewl da gelê Kurd têk bibe û heta roja îro êrişên wê nesekinîne.

AKP –MHP’ê soz dan ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê di sedsala damezrandina dewleta Tirk de têk bibin, lê tişt xuya dike nîşaneya wê nake. Dewleta Tirk ji 2016’an ve di nava şerekî berdewam de ye û hêdî hêdî hildiweşe. Ez texmîn dikim ku gelê Kurd dê heta 2023’yan gelek destkeftiyan bi dest bixin û dê hêviyên tirkên faşîstên têk bibin.

Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dewleta Tirk hate damezrandin, gelê erebî dabeşî 22 dewletan kir û Kurd jî dabeşî 4 dewletan kir. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de dewleta Îsraîlê hate avakirin, gelo di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de çi dixwazin?

Belê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li dar e, tê wateya avakirina herêmeke nû. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dewleta neteweperest hate damezrandin, di ya duyemîn de dewlet parçe bûn, lê niha hin tiştên nû hene, di her du şerên cîhanê de tune bûn. Em niha di cîhana înternet û lezbûna gihandina bûyeran de ne. Li gorî wê, hemû tedbîr tên girtin, ya din jî tiştê niha li Rojhilata Navîn diqewimin pir mezin in, gelek guhartinên mezin çêdibin. Rojhilata Navîn niha li ser sêleke sor e. Gel êdî rejîmên heyî qebûl nakin. Ji ber krîza cîhanê bi hezaran penaber bûn û li ber deriyên Ewropa ne. Ez texmîn dikim ev hemû bûyer dê bi xwe re guhartinê bînin. Ger gelên Rojhilata Navîn, di nav jî gelê Kurd bibin yek, dê bikarin rewşa heyî kontrol bikin û ji tiştên di Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn de li ser hatine ferzkirin, xwe rizgar bikin. Pêşengtî jî di destê kurdan de ye û tovê wê jî li Rojava hate çandin.

Em dixwazin ev şer bi dawî bibin, bi aştî û azad bijîn, em karesatên nû naxwazin. Niha li Ukrayna teknolojiya herî pêşketî tê bikaranîn. Cîhan bi tiştê li wir dibe re mijûl e. Bandora vî şerî jî li ser hemûyan heye. Ji lew re divê em nebêjin tişt dibe bandorê li me nake. Divê em bifikirin em ê çi bikin û çi sûdê li gelê me dike ku bikin.

Şerê Ukrayna-Rûsya derfetek afirand ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê pêk werin. Dewleta Tirk vê fersendê ji bo qirkirina kurdan bi kar tîne, da ku împratoriya Osmanî ava bike. Ne gelê Kurd û ne jî cîhan jî vê yekê qebûl nake. Dewleta Tirk berovajî cîhanê tev digere.

Di krîza ku li cîhanê û Rojhilata Navîn de rû dide, me xetek hilbijart ku dixwazin li ser xaka xwe bi ewle û aştî bijîn. Ji ber wê em bi hêvî ne ku gelê me ji van planan hişyar be.

Ambargoya li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehba, her wiha dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, heta kîjan astê bi hev ve girêdayî ne û gelo mirov dikare van êrişan cûdayî bûyerên ku li qada Kurdistanê rû didin, bixwîne?

Em nikarin van bûyeran ji hev qut bikin. Her tişt bi plan tê kirin. Gel bûye xwedî hafîzeyeke xurt. Di sala 2012'an, şêniyên herêma Heyderiyê, Şêxmeqûsd, Eşrefiyê û Bustan Paşa li hemberî hemû êrişan sekinin. Gel li ber xwe da û hîna li ber xwe dide. Li vir mirov dikare vê pirsê ji hikumeta Şamê bike; heger tu ji bo pêşeroja gelê Sûriyê difikirî, tu çima taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç dikî?

Mirov nikare tu wateyê bide vê ambargoyê. Ev ambargo encama civînên li Rûsya û Bexdayê yên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de ye. Her çiqas hikumeta Şamê vê yekê înkar dike jî, lê her kes dizane ku civîn di navbera her du aliyan de hatin lidarxistin. Berpirsên dewleta Tirk ev yek eşkere kir. Hikumeta Şamê hemû deriyên bi Minbic û Tebqayê re digre. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî deriyê girtiye. Armanc ji vê yekê ew e ku siyaseta birçîkirinê li ser gel ferz bike. Mirov nikare vê siyasetê ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê qut bike. Hemû siyaset beşên ji yek planê ne ku li ser qonaxan tê kirin. Xwestin di qonaxa yekemîn de Kurdan li her deverê tune bikin, heger ev plan bi ser bikeve dê di qonaxa duyemîn de federasyona Başûrê Kurdistanê hilweşînin da ku hêviyên gelê Kurd bi temamî qut bikin.

Dixwazim behsa mijareke din bikim, astengkirina avakirina hikumeta Iraqê û avakirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ye. Ev hemû beşên ji plana dewleta Tirk e. Kesê ku bibe serokê Iraqê dê li gorî siyaseta Tirkiyê be, dê itîrafa bi herêma Kurdistanê tune bike weke ku çawa dewleta Tirk bi peymana Dolma-Bexcayê re, kir.

Di rastiyê de heger plana dijmin li Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser bikeve, gava duyemîn dê tunekirina herêma Kurdistanê be. Ya ku niha avakirina hikumeta Iraqê asteng dike PDK`ê ye ku ew jî bi praspektîfên dewleta Tirk e, weke ku çawa niha amadekarî ji bo rakirina fedrasyonê tê kirin. Plana ku tê dayîn xeter û mezin e. Tunebûna gel girêdayî êrişên ku niha li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin. Em bi hêvî ne ku her kes li gorî vê yekê tev bigere.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan li dijî xiyaneta PDK û êrişên dewleta Tirk têne lidarxistin. Hûn van xwepêşandanan çawa dinirxînin? Gelo têrê dikin ku êrişên dewleta Tirk û PDK`ê rawestîne? He wiha tişta ku niha tê xwestin çi ye?

Belê gelê Kurd li Rojava serî hildide. Lê ev yek têrê nake. Ji ber dijmin hemû rê girtine. Tişta ku niha ji gelê Kurd tê xwestin ku sîstema parastinê xurt bike û destekê bide HPG`ê.

Belê gelê Kurd li Rojava serî hilda, lê ev yek têrê nake. Heger gelê Başûrê Kurdistanê serî hilde weke ku çawa gelê Rojava serî hildan tu kes dê nikaribe tiştekî bike. Xwepêşandanên li Ewropayê pir girîng in. Divê dewletên Ewropayê siyaseta xwe biguherînin. Êrişên ku dewleta Tirk pêk tîne bi çekên NATO`yê ne. Ji ber vê jî ev dewlet hevkara van êrişa ne. Hemû parçeyên balafirên bê mirov ku gelê me, keç, mêr û kalepîrên me dike hedef ji Kenede, Engelistan, Holanda û piraniya dewletên Eworpî ne.

Divê cîhan baş zanibe ku gelê Kurd plana wan fam kiriye. Her kes li beramberî tişta ku li dijî gelê Kurd tê kirin, sûcdar e. Ji ber vê yekê jî divê hemû rêxistin û saziyên Kurdî yên li Ewropayê seferberiya giştî ragihînin.

Gelo mafê tu kesî heye ku vê pêvajoyê de yek alî be?  Çi ji gelê Kurd û gelê herêmê tê xwestin da ku vê xeteriyê ji holê rakin?

Aliyek heye dixwaze me qir bikin û hewl dide Kurdan tune bike. Di vê rewşê de nabe tu kes yek alî be. Ev yek çênabe. Ji ber ku her Kurdek armanca dewleta Tirk a dagirker e, ji ber vê yekê divê li dijî vê planê serî hilde û li ber xwe bide. Li aliyekî din jî niha gelê Kurd pêşengtiya projeye demokratîk dike. Ev jî di nava şoreşê de hate îsbatkirin, sîstemeke hevbş hate afirandin. Ji ber wê jî divê her kesekî ku li azadiyê digere di vê qonaxê û projeyê de destekê bide gelê Kurd. Ji ber ku ev êriş ji êrişên li dijî Serêkaniyê ne cûdatir in. Yên ku li Serêkaniyê bûn, Kurd, Ereb û Suryanan bûn. Divê gelê herêmê niyetên dewleta Osmanî baş zanibe, divê dîroka osmaniyan bixwînin û baş nas bikin ku banga aştiyê dikin û paşê îxanetê dikin.

 (fr-bx)

ANHA