Wezareta Enerjiyê 3 beşên mazotê bi buhayên cuda aşkera kirin

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê 3 buhayên ji hev cuda yên mazotê aşkera kirin. Buhayên di navbera 115 û 175 lîreyên nû yên Sûriyeyê de ne.

Wezareta Enerjiyê 3 beşên mazotê bi buhayên cuda aşkera kirin
17 îlon, 2026   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê 3 cureyên mazotê bi buhayên nû ragihand.

Wezaretê diyar kir ku buhayê lîtreyeke mazotê ya baş dê bibe 115 lîreyên Sûriyeyê yên nû, ew jî bi pereyên kevn dibe 11 hezar û 500 lîre, ev mazot jî ji bo germkirin, çandinî û beşên din tê bikaranîn.

Wezaretê da zanîn ku mazota ji bo sektora veguhastinê, berhemdayîn û xizmetguzariyê dê bibe 150 lîreyên nû, mazota ku ji derve derbasî herêmê dibe jî bi 175 lîreyên nû ye.

Wezareta Enerjiyê destnîşan kir ku sererastkirina buhayan bi awayekî demkî ye.

(sb)