Erebistana Siûdî El Zeydî vexwend serdanê

Piştî êrişa li dijî Heşdî Şabî û taloqkirina serdanê, Erebistana Siûdî careke din serokwezîrê Iraqê vexwend serdanê.

Erebistana Siûdî El Zeydî vexwend serdanê
7 tebax, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî pêşwaziya serokê Îstîxbarata Giştî ya Erebistana Siûdî Xalid Bin Elî El Himêdan û şandeya pê re kir. El Zeydî careke din ji bo serdana Erebistana Siûdî  hat vexwendin.

Li gorî Nivîsgeha Ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê, her du aliyan li hemberî rageşiyan, rêbazên xurtkirina hemahengiya ewlehî û tevkariyê, domandina pevguhertin agahiyan di navbera aliyên têkildarî yên pispor de nîqaş kirin.

Hate gotin, El Zeydî diyar kir ku hikumeta wî dixwaze têkiliyan bi Erebistana Siûdî re çêbike ku bikeve xizmeta berjewendiyên hevbeş. Her wiha anî ziman ku Bexdayê bikaranîna xaka Iraqê ji bo destdirêjiya li ewlehiya welatên din red dike û banga parastina serdestiya Iraqê û rêzdariya li hemberî rêgezên cîrantiyê kir.

Berî çend rojan Erebistana Siûdî û Amerîkayê êrişî baregehên Haşdî Şabî yên li Iraqê kiribûn. Bexdayê jî êriş şermezar kir. Hemwextî êrişê hatibû plankirin ku serokwezîrê Iraqê û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman hevdîtin kiribana. Lê pêk nehat. Li ser vê yekê serokê îstîxbarata Giştî ya Erebistana Siûdî îro dîsa nameya vexwendina serdanê pêşkêşî El Zeydî kir.

(bb)