Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir

Li ser daxwaza şêniyan xebatên temîrkirina beşa xirabûyî ya Pira Xabûr dest pê kir.

Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
Xebatên temîrkirina Pira Xabûr dest pê kir
17 îlon, 2026   15:07
HESEKÊ

Tîmên xebatê îro li ser daxwaza şêniyên Til Temirê dest bi lêkirina cihê xirabe yê Pira Xabûr kir. Pira Xabûr dikeve ser rêya M4. 

Şêniyên Til Temirê li hember bihabûna sotemeniyê li ser rêya M4 xwepêşandan bi rêxistin kiribû, di xwepêşandanê de yek ji daxwazên wan ew bû ku cihê xirabe yê Pira Xabûr were lêkirin.

Cîgirê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî li daxwazên şêniyên Til Temirê guhdarî kiribû û got ew ê bi aliyên têkildar re çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê yên herêmê bişopînin.

(np)

ANHA