Li Sûriyeyê çalakiyên li dijî bilindkirina sotemeniyê

Li Hesekê, Heleb û Dêrazorê xwepêşandanên ji bo bihayê sotemeniyêher diçe zêde dibin. Xwepêşandêran banga başkirina rewşa debarê û xizmetguzariyan kir.

Li Sûriyeyê çalakiyên li dijî bilindkirina sotemeniyê
16 îlon, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûbera xwepêşandan li herêmên cuda yên Sûriyeyê hemwextî zêdebûna krîzên aborî û debrê, derengmayîna serfkirina mûçeyan, her wiha krîza sotemenî û paşketina asta xizmetguzariyên bingehîn zêde bûye.

Li parêzgeha Hesekê, xwepêşandaran di roja 4’emîn de rêya M4 li nêzî bajarê Til Temirê qut kiriye. Xwepêşandaran bendên astengkirina derbasbûna tankerên petrolê û wesayîtên girêdayî beşa petrolê danîne û daxwaza başkirina şert û mercên jiyanî û çareserkirina krîza sotemenî û xizmetguzariyê kir.

Li taxa Sukerî ya bajarê Helebê hejmarek şênî xwepêşandanek li dijî kesên texrîbat di xwepêşandanên berê yên li dijî biryara bilindkirina bihayê sotemeniyê de kirine, li dar xist. Beşdaran bang kir ku daxwaz û mafan bi rêyên aştiyane bînin ziman û hişyarî der barê encamên texrîbkirina mal û milkên giştî de da.

Li Parêzgeha Dêrazorê jî karmend û karkerên bîra petrolê ya El Omer di roja duyemîn de rêya li nêzî çatrêya El Etal û bajarokê Zîban de girtine, li dijî derengmayîna mûçeyên xwe yên zêdetirî 8 mehan derketin.

Xwepêşandêran dolan pêxistin û nehiştin wesayît bîrê tev bigerin û diyar kir ku heta daxwazên wan neyên bersivdayîn ew çalakiya xwe bidomînin û rê venakin.

(f)