Mazlûm Ebdî li ser ewlehiya Kobanê bi fermandarê Helebê re civiya

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê re di civînekê de ji bo ewlehî, aramî û mekanîzmayên serxistina proseya entegrasyonê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de nîqaş kir.

Mazlûm Ebdî li ser ewlehiya Kobanê bi fermandarê Helebê re civiya
16 îlon, 2026   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî îro li bajarê Kobanê bi Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî re civiya.

Di civînê de rêbazên xurtkirina ewlehî, aramî, parastina şêniyan, mekanîzmayên serxistina proseya entegrasyonê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin nîqaşkirin ku hewldaên ewlehî û birêxistinkirina xebata saziyan li parêzgehê xurt dike.

Her wiha her du aliyan bal kişand ser girîngiya hevrêziya hevbeş û xebata bi ruhê berpirsiyariyê ji bo parastina ewlehî û aramiya Kobanê û gundên wê.

(f)