Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke şêniyan re hevdîtin kir

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi amadebûna cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl têkildarî rewşa xizmetguzarî bi şandeyeke şêniyên Til Temirê re civiya. Parêzgar destnîşan kir ku ew ê li gorî derfetên xwe yên heyî çareseriyê pêşkêş bikin.

Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke şêniyan re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke şêniyan re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke şêniyan re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke şêniyan re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi şandeyeke şêniyan re hevdîtin kir
17 îlon, 2026   15:44
HESEKÊ

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed li ser rewşa xizmetguzarî ya li bajarê Til Temirê, pêdivî û daxwazên gel, bi amadebûna cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl, bi şandeyeke şêniyên Til Temirê re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de Nûredîn Ehmed li daxwazên şandeyê yên girêdayî mijara xizmetguzariyê guhdar kir û destnîşan kir ku ew dozên heyî dişopînin û ji bo çareserkirina wan li gorî derfetên di dest wan de dixebitin.

Nûredîn Ehmed diyar kir ku pêkanîna pêdiviyên xizmetguzariyê yên şêniyên Til Temirê û xebatên başkirina asta xizmetguzariyê girîng in.

(sb)

ANHA