Li gundewarên Amûdê çalakiya ziman

Şêniyên gundê Qeçela yê Amûdê xwepêşandanek li dar xist û daxwaz kir ku zimanê kurdî bibe yek ji zimanên fermî yên Sûriyeyê.

Li gundewarên Amûdê çalakiya ziman
17 îlon, 2026   14:59
QAMIŞlO

Li gundê Qeçela yê Amûdê şênî û xwendekaran xwepêşandan bi rêxistin kir û daxuyaniyek hate xwendin. 

Şêniyên gund di daxuyaniyê de got ew biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî red dikin û qebûl nakin ku zimanê kurdî li dibistanan tenê 3 saetan were dayîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku biryara Wezareta Perwerdeyê mafên wan ên çandî û ziman sînordar dike û ji mafê her kesî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne, heke ziman were parastin ew dikarin nasname, çand, bîr û dîroka xwe biparêzin.

Di dawiyê de bang li aliyên têkildar kirin ku li biryara xwe vegerin û gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne.

(np)

ANHA