Elî Mehdî: Divê mafê hêviyê yê Ocalan bi qanûnî û mirovî çareser bibe

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Komunîst a Iraqê Elî Mehdî got divê di çarçoveya qanûnî û li ser bingehê edalet û mafên mirovan mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan çareser bibe.

Elî Mehdî: Divê mafê hêviyê yê Ocalan bi qanûnî û mirovî çareser bibe
20 gulan, 2026   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN:

Ajasa me li gel endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Iraqê Dr. Elî Mehdî têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan û astengiyên siyasî û qanûnî û aştiya civakî li herêmê, hevpeyvîn kir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Di vê pêvajoyê de hûn girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

Mafê hêviyê bi pîvanên mirovî û qanûnî yên navneteweyî ve girêdayî ye. Bi taybet ên ku salên dirêj di girtîgehê de ne divê di çarçoveya qanûnî û hiqûqî de û li gorî edalet û mafên mirovan nêz bibin. Li herêmê krîzên siyasî û ewlehiyê hene, ev dosya di van şert û mercan de divê bidin ber çavan. Li şûna ku şerê çekdarî bidome çarseriyên aştiyane û diyaloga siyasî girîng in. Bandora siyasî û manewî ya Abdullah Ocalan li ser beşeke mezin a gelê Kurd heye û nikarin vê yekê paşguh bikin. Li Tirkiyeyê hebûna Ocalan di diyalog û lihevkirinan de dê bandorê bike. Ji bo pêvajoyên siyasî bi ser bikevin divê hêz û kesayetên bandora wan li ser qada siyasî û civakî heye, beşdarî van pêvajoyan bibin. Firseta ku aramî li herêmê çêbe dê xurttir be.

Heyanî kîjan astê dê bandorê li pêvajoyê bike?

Her gavek were avêtin dê derî li pêşiya diyalogê veke û pêvajoya aştiyê nexitime. Bi gav avêtinê re firseta çareseriya demokratîk zêdetir dibe. Bi taybet pirsgirêkên aloz û dîrokî yên demdirêj, çareseriya ewlehiyê têrê nake. Di vê çarçoveyê de kesên ku ji aliyê civakî û siyasî ve bibandor in, mîna Abdullah Ocalan, bandoreke mezin dikin.

Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve ji aliyê qanûnî ve çi ji dewleta Tirk tê xwestin?

Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve divê di aliyê qanûnî û destûrî de bawerî di navbera aliyên cuda de zêde bibe. Bi rêya saziyên demokratîk û diyaloga siyasî pirsgirêk têne çareserkirin. Di vê çarçoveyê de em dikarin balê bikişînin ser gavên girîng. Mînak; hinek qanûnên girêdayî azadiya giştî û azadiya xebatên siyasî û xweîfadekirinê divê li gorî pîvanên destûrî û mafên mirovan lê vegerin. Her wiha di aliyê qanûnî de garantî were dayîn ku hemû pêkhate beşdarî siyasetê bibin.

Bi giştî serkeftina çareseriya demokratîk bi hêza dewletê û hêzên siyasî ve girêdayî ye. Eger dewlet û hêzên siyasî bikarin lihevkirinên siyasî veguhêzin reformên yasayî û sazûmanî dê aramî li herêmê çêbe û yekitiya dewletê û berjewendiyên hemû welatiyan werin parastin.

Pêşveçûn dê çawa bandorê li pêvajoya aştiyê ya bi Tirkiyeyê re bikin?

Pêşveçûnên di pêvajoya aştî û diyalogê ya li Tirkiyeyê de dê bandoreke erênî ya mezin li ser rewşa siyasî, aborî, civakî û ewlehî ya Tirkiyeyê bikin.

Li ser asta hundirîn bi serkeftina pêvajoya aştiyê re dê aramiya siyasî û civakî pêk were. Di aliyê aborî de jî aramiya siyasî û ewlehî bandor li ser pêşketina aborî dike. Eger ji bo rewşa leşkerî û ewlehiyê xerckirin kêm bide dê derfet çêbe ku aliyê xizmet û binesaziyê de hîn zêdetir bixebitin.

Li ser asta herêmî jî eger Tirkiyeyê di tecrûbeya xwe ya diyalog û lihevkirina hundirîn bi ser bikeve dê bandoreke erînî li ser rewş û rolê wê yê herêmê bike. Ew ê bibe dewleteke ku dikare bi rêbazên siyasî û demokratîk pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike. Heke pêvajoya aştiyê bi pêş bikeve dê têkiliyên dewletê û hêzên kurdî bikeve pêvajoyeke nû. Dê her du alî nasnameya hevdû nas bikin û hevbeş siyasetê bikin. Bi vê yekê re dê li Tirkiyeyê aramiyeke demdirêj çêbe.

Di pêvajoya pêş de li ber projeya aştî û civaka demokratîk dibe ku çi zehmetî rû bidin?

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê aliyê siyasî, dîrokî û ewlehiyê de zehmetî çêbibin. Ji ber pirsgirêk li asta hundirîn û herêmî mezin e. Ji ber bi salan şer navbera aliyan de çêbû dibe ku bawerî navbera wan de tine be. Ji bo bawerî çêbe û gav were avêtin divê garantî were dayîn.

Hinek hêzên siyasî, ewlehî û aborî hene pêvajoya aştiyê ji bo berjewendiyên xwe xeterî dibînin, dibe ku ev yek li pêşiya pêvajoya aştiyê astengî çêbike yan jî bibe sedema ku pêvajo û lihevkirinên siyasî û qanûnî yên têne xwestin, giran birêve biçin. Her wiha pêveçûnên li herêmê û bi taybet rewşa li Sûriyeyê û Iraq bandor dike. Guhertinên herêmî û hevsengiyên hêzên navneteweyî bandorê li ser rewşa hundirîn a Tirkiyeyê dikin.

Di van zehmetiyan de heke îradeya siyasî ya heqîqî hebe, diyalog bidome û berjewendiyên giştî li ser her tiştî re bigirin dibe ku rê ji avakirina tecrûbeyekî hîn zêdetir aram be, vebibe. Ev yek dê fêde li hemû pêkhateyên civaka Tirkiyeyê bike.

Rola akademîsyen û rewşenbîran di pêvajoya aştiyê de çi ye?

Di vê pêvajoyê de rolekî girîng ê akademisyen û rewşenbîran heye. Dikarin destek bidin diyalog û aştiya civakî. Ji ber ew dikarin bandorê li ser civakê bikin. Dikarin çandeke siyasî ava bikin. Pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk çareser bikin û pirrengiyê bidin qebûlkirin.

Li zanîngeh, navendên lêkolînê û saziyên çandî dûrî zimanê nefretê dikarin zemînê nîqaşê çêbikin. Di aliyê fikrî û qanûnî de koka aloziyê bidin fêmkirin û di çarçoveya dewleta demokratîk û qanûn de krîz were çareserkirin. Li civakên ku demeke dirêj şer lê qewimiye çand, fikir û diyalog hîn zêdetir li pêşe û dikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo pêvajoya aştiyê ya biserkeftî rolê akademisyen û rewşenbîran girînge û dikarin aliyê civakî û siyasî ve zemînê çêkin.

Gotina we ya dawîn?

Di dawiyê de; pirsgirêkên aştî, diyalog û demokrasiyê tenê bi rewşa ewlehiyê ve ne girêdayî ne. Pêdiviya wê bi nêrandineke siyasî, qanûnî û mirovî ya berfireh heye. Divê diyalog were kirin û saziyên demokratîk werin avakirin.

Tecrubeyên dîrokî yên gelek dewletên cîhanê isbat kir ku pirsgirêkên hundirîn çareser dibin dema ku îradeya siyasî ya çerserkirina aloziyan hebe. Derî ji hevbeşiya siyasî û dada civakî re vekin û rêz bidin mafên çandî û sivîl ên hemû pêkhateyan.

Dr. Elî Mehdî akademîsyen û siyasetmedar e. Di Peymangeha Lêkolînên Erebî ya Qahîreyê de doktora kiriye. Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Komunîst a Iraqê û cîgirê serokê Navenda Pêşxistina Qanûn û Aboriyê ya Bexdayê û endamê Însiyatîfa Iraqê ya Azadiya Abdullah Ocalan e.

(np)

ANHA