Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin

Bi komxebatekê li Hesekê Biryarnameya 13`an û hejmara dayîna dersên zimanê kurdî û rewşa wî ya li Sûriyeyê hat nîqaşkirin. Di komxebatê de bang hat kirin ku careke din biryar li ber çavan bê girtin, xwendekar, mamsote, şênî û hiqûqnas di biryarên perwerdeyê de cih bigirin.

Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
Li Hesekê rewşa zimanê kurdî hat nîqaşkirin
17 îlon, 2026   15:04
HESEKÊ

Komîteya çalakiyan a ji bo daxwaza zimanê kurdî, li baxçeyê Mişwar ê li bajarê Hesekê ji bo nîqaşkirina rewşa zimanê kurdî, bi amadebûna hejmarek xwendekar, mamoste û hiqûqnasan komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de behsa Biryarnameya 13`an a ku ji hêla hikumeta veguhêz de hatiye derxistin hat kirin. Hiqûqnas Mihemed Emîn Dawûd Memo têkildarî biryarnameyê da zanîn di naveroka wê de kêmanî hene, yek ji wan jî nenaskirina zimanê kurdî wek zimanekî fermî ye, lê di heman demê de ev biryarname gaveke destpêkê ye, dikarin di siberojê de di çarçoveya destûrî de gav li gorî wê bên avêtin.

Endama Komîteya Rêveberiya Têkiliyan a Yekitiya Mamosteyan Nisrîn Reşik jî destnîşan kir ku tenê dayîna 3 saetan ji bo zimanê kurdî têrê nake, piştî ew qas salan ên perwerdeya bi zimanê kurdî veguhestina xwendekaran ji bo perwerdeya zimanê erebî dê perwerdeya xwendekaran vala derxe.

Nisrîn Reşik diyar kir ku divê mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê wan ê dayikê bê misogerkirin, divê hişmendiya nîjadperest û şoven a li hemberî Kurdan û zimanê kurdî ji holê bê rakirin.

Di nîqaşan de hin xwendekar axivîn û da zanîn ku ew ji hêla hinek mamoste û xwendekaran ve rastî êrişan hatine, daxwaz kirin ku ew kes werin cezakirin û hişmendiya tunekirinê bê bidawîkirin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat diyarkirin ku divê bi Wezareta Perwerdeyê re têkildarî biryarên zimanê kurdî diyalog bê destpêkirin, xwendekar û malbatên xwe, mamoste û hiqûqnas cihê xwe di girtina biryarên têkildarî perwerde û ziman de bigirin.

Her wiha di encamnameyê de hat destnîşankirin ku careke din biryara tenê dayîna çend dersan ji bo zimanê kurdî li ber çavan were girtin, ji bo sûdgirtina ji tecrubeyên dewletên pirzimanî komîteyeke hevbeş ya ku ji nûnerên Wezareta Perwerdeyê, mamoste, şênî, xwendekar, aliyên hiqûqî yên peywendîdar, bê avakirin.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku divê mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin, di heman demê de mafê wan ê fêrbûna zimanê erebî û zimanên dîtir bê pêkanîn.

(sb)

ANHA