Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye

Xwendekarên Qamişloyê çalakiya xwe ya konvedanê bi dawî kirin û diyar kirin ku zimanê kurdî ne biranşeke xwendinê ye, ew beşeke nasname, çand û bîra dîrokê ye, ew ne tenê dixwazin zimanê kurdî di dibistanan de were hînkirin, ew dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê kurdî were misogerkirin.

Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye
Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye
Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye
Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye
Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye
Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye
Konvedana li Qamişloyê bi dawî bû: Daxwaza me mafê perwerdeya bi zimanê kurdî ye
17 îlon, 2026   13:51
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya ku duh (16 Îlon) xwendekarên Kurd li bajarê Qamişlo, ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya têkildarî zimanê kurdî, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Qamişloyê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Di roja duyemîn a çalakiyê de (îro 17 Îlon) bi girseyî xwendekar û malbatên xwe, mamoste beşdarî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de xwendekara bi navê Silav Elî daxuyaniyek xwend.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Li ser navê hemû xwendekarên Kurd, em vê daxuyaniyê derdixin û helwesta xwe ya zelal der barê biryara nû ya pererdehiya zimanê kurdî û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê aşkare dikin.

Em biryara dawî yak u ji bo zimanê kurdî di warê perwerdeyê de bi awayekî berfirehtirû sazûmanî cih bigire, wekî gaveke erênî û pêşketineke girîng dibînin. Em spasiya hemû kes û saziyan dikin ku bi salan di vî warî de ked dane û ji bo ku zimanê kurdî di perwerdeyê de zêdetir cih bigire hewl dane.

Cihdayîna zimanê kudî di minhaca perwerdeyê de dikare alîkar be ku zarokên Kurd bi zimanê xwe têkiliyek xurtir ava bikin û zimanê me di saiyaên perwerdehiyê de cihê xwe yê rastîn bibîne. Lê, em bawer dikin ku ev gav diê ne wekî dawiye, lê wekî destpêka pêvajoyeke berfirehtir û sazûmantir were dîtin.

Em wekî xwendekarên Kurd, li hember sînordarkirina zimanê kurdî tenê wekî dersên heftane nerzîbûna xwe didin nîaşandan. Hînkirina kurdî wekî çend saetan di hefteyê de ne bese û misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ne heman tişt in.

Zimanê kudî ne tenê ders e ku mirov heftê carekê an çend saetan hîn bibe, kurdî zimanê malbatên me, zimanê çanda me, dîrok me, bîra civakî û beşeke girîng ji nasnameya me ye. ji ber vê yekê, em naxwazin ku hînkirina zimanê me bi awayekî sînorkirî û ne têrker bê avakirin.

Em dixwazin ku zimanê kurdî di dibistanan de bi awayekî berfireh, rêkûpêk û têrker bê hînkirin. Dersên kurdî divê ne tenê ji bo xwendin û nivîsandinê bin; di wan de wêje, dîrok, çand, folklore, hunerû warên din ên zanînê jî cih bigirin.

Mafê hemû xwendekaran heye ku zimanê xwe baş hîn bibin û bikaribin bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û biaxivin. Ji bo ku ev maf bi awayekî rastîn were misogerkirin, tenê hejmareke kêm a dersên heftande ne bes e.

Ji ber vê yekê, daxwaza me zelal e:

Em ne tenê dixwazin zimanê kurdî di dibistanan de were hînkirin, em dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê kurdî were misogerkirin.

Li herêmên ku xwecihên Kurd lê zêde ne, divê bi awayeke sîsîtematîk perwerdeyê were avakirin ku zarok bikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û di heman demê de derfetên hînkirina zimanên din jî bistînin.

Em dixwazin ku Sûriyeyê welatekî pirzimanî û pirçandî be, ji ber vê yekê daxwaza me ne paşguhkirina zimanekî din an civakeke din e, em li dijî kesekî, zimanekî an civakeke din nînin.

Nimûneya ku em dixwazin, pergaleke perwerdeyê ya pirreng, demokratîk û hevgirtî ye ku Kurd, Ereb, Suryan û hemû civaên din bikarin zimanê xwe yê dayikê biparêzin, hîn bibin û bi zimanê xwe perwerde bibin.

Perwerdeya zarokên Kurd bi zimanê kurdî ne dijberî perwerdeya zarokên Ereb bi zimanê erebî ye, berovajî vê yekê, em bawer dikin ku nasîna wekhev a ziman, çand û nasnameyên cuda dikare civakeke hevpar a Sûriyeyê xurtir bike.

Em perwerdeya bi zimanê dayikê ne wekî taybetmendiyetê dibînin, lê wekî pêdiviyeke bingehîn a wekhevî, dadmendî, rûmet mirovî û mafên zimanî dibînin.

Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku statuya zimanê kurdî di perwerdeyê de hîn bêhtir were xurtkirin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi garantiyên qanûnî û sazûmanî were parastin.

Em daxwaz dikin ku berpirsên perwerdeiyên guhdariya daxwaz û ramanên xwendekaran bikin û bi nûnerên civaka Kurd, xwendekar, mamsote, perwerdekar, pisporên zimanî û saziyên têkildar re pêvajoyeke berfireh a şêwirmendiyê bidin destpêkirin.

Em naxwazin ku dengê xwendekaran bê parşguhkirin, em dixwazin ku dengê me bê bihîstin ûdaxwazên me di biryardayîna pêşeroja perwerdehiya zimanê kurdî de cihê xwe bibînin.

Ji ber vê yekê em bang li hemû xwendekarên Kurd dikin ku bi awayekeî aştiyane, rêzdar û yekgirtî dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe bi awayekî zelal ragihînin.”

(sb)

ANHA