Ehmed Ban: Metirsiyeke mezin e ku girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê tê de ji bin kontrolê derkevin

Ehmed Ban diyar kir ku bandora derketina girtîgeha DAIŞ’ê ya li bajarê Şedadê ji bin kontrola şervanên QSD’ê, sînorê Sûriyeyê derbas dike û metirsiyê li ser ewlehiya herêmê çêdike. Ban destnîşan kir ku rewşa li Sûriyeyê rû dide metirsiyê li ser ewlehiya neteweyî ya Iraqê jî çêdike.

Ehmed Ban: Metirsiyeke mezin e ku girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê tê de ji bin kontrolê derkevin
22 ÇILE, 2026   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD’ê ragihand ku hêzên wan ji girtîgeha Şedadê ya bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê tê de têne girtin, xwe kişand. Di girtîgehê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatibûn bicihkirin. Di encamê de bi hezaran çeteyên di girtîgehê de reviyan. Ev yek metirsiya li ser aramiya herêmê zêdetir dike. Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Iraqê ji rewşa li Sûriyeyê sûd wergirt û tevgera xwe zêdetir kir. 

Di vê derbarê de pisporê kom û rêxistinên terorîst Ehmed Ban ji ajansa me re axivî.

Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Iraqê heta çi radeyê dikarin sûdê ji rewşa ewlehiyê ya Rojava wergirin, bi taybet piştî QSD’ê ji ber êrişên hikumeta demkî hêzên xwe ji girtîgeha Şedadê vekişandin? Dê ev rewşa nû çi bandorê li Iraqê bike?

Tişta li girtîgeha Şedadê bandora xwe ya herêmî heye. Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst girîngiyê dide girêdana Sûriyeyê û Iraqê ya bi hev re. Çi valatiya ewlehiyê li welatekî, bandorê yekser li rewşa ya din jî dike. Şaneyên DAIŞ’ê yên li Iraqê dibe sûdê ji rewşa heyî ya li Sûriyeyê wergirin, bi çeteyên reviyayî re bikevin nava têkiliyê. Di heman demê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek qada xwe ya ji nû ve birêxistinkirinê bi kar bînin. Li vir jî fînanseya tevgera xwe bike. Li vir metirsiya li ser Iraqê ne tenê têkbirina hêza ewlehiyê û gefa li aramiya herêmê ye. Lê dê bigihêje belavkirina hêzên ewlehiyê û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê. Bi taybet di vê demê de ku koordîne lawaz e û kontrolkirina sînoran qels e.

Bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li hember rewşa girtîgeha Şedadê hûn çawa dinirxînin? Ev yek dê çi bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike?

Li gorî nêrîna min dûrbûna koalîsyonê ya yekser guhertineke di xalên sereke yên wê de nîşan dide. Li gorî wê metirsiya rêxistina DAIŞ’ê nemaye. Hêzên navneteweyî dosyaya DAIŞ’ê wek dosyayeke tê rêvebirin, pênase dikin. Nema metirsîdar e û pêwîstiya wê bi destwerdana lezgîn û pir bi mesrefa zêde nemaye. Ev paşdegavavêtin valatiya ewlehiyê ya metirsîdar ava dike. Ji ber pêwîstiya rêxistinên terorîst bi girtina xaknîgariyeke berfireh nîn e. Zêdetir pêwîstiya wê bi valatiyên ewlehiyê heye. Di heman demê de demeke baş ji bo ji nû ve xwebirêxistinkirinê heye. Girtina vê xetê dihêle hêzên herêmî yên çalak barekî zêdetirî qaweta xwe hilgirin. Ev metirsiya ewlehiyê çêdike û di dema navîn de wan komî ser hev dike.

Heta çi radeyê endamên DAIŞ’ê yên ji girtîgehê derketine, ji têkiliyên xwe yên berê yên di hundirê hikumeta Şamê de sûdê werdigirin û xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, di heman demê de dabînkirina fînase û çûn û hatinê?

Ev îhtîmal e pêk were û pir metirsîdar e, di dîroka xwe de jî rêxistinên tundraw û di serî de DAIŞ xwe dispêre toreyên berjewendiyan. Ew tenê xwe naspêre mijara bîrdozî, di heman demê de têkiliyên xwe yên berê û yên heyî çi yekser û çi jî bi rêya wekîlan bi kar tîne. Ev dabînkirina lojîstîk pêk tîne. Cihên aram ji wan re peyda dike. Di heman demê de xetên çûn û hatinê ava dike. Di vir de metirsiya rastî ne di dabînkirina piştgiriya aşkera de ye. Lê belê di aliyên alîkariyê û rêvekirina aşkera û veşartî ye. Mînak; dema çavên xwe lê digrin û naxwazin rastiya wan bibînin. Yan jî endamên wan ên berê di avakirina komên ewlekariyê û rêveberiyê de bi kar bînin. Ev jî rê dide rêxistinê li şûna êrişa yekser, xwe di nava saziyan de bi cih bike.

Heke komên sînoran derbas dikin hatin bikaranîn, metirsiyên herêmî yên muhtemel çi ne? Ya din; gelo rêxistinên tundraw ji nû ve tên avakirin?

Em li ber nimûneyeke nû ya van rêxistinan in, lê di aliyê girtina erdê de cuda ye. Rêxistin niha xwe dispêre toreyên nerm, ên bikarin sînoran derbas bikin. Di aliyê herêmî de metirsiyê li ser welatên cîran çêdike, bi taybet jî Iraqê. Dê xwe bispêrin êrişên dem demî da ku hêza dewleta Iraqê belav bikin. Ev rêbaza herî metirsîdar a terorê ye.

Ji welatên cîran û hêzên navneteweyî çi gav têne xwestin, bi taybet ji bo têkiliya di navbera aliyan de qut bike û ewlehiya herêmî biparêze?

Gava yekem tê xwestin di nava dewletan de koordîneya ewlehiyê ya rast pratîze bibe. Divê ev ne şeklî be. Agahiyên îstîxbaratî di navbera aliyan de werin parvekirin.

Gava duyemîn jî divê dosyaya girtîgehan û girtiyan wek dozeke ewlehiya herêmî were lêkolînkirin. Divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe pêk bînin. Ji ber hiştina vê dosyayê bêyî çareseriyeke rastîn, rê li ber tundiyeke mezin û demdirêj vedike.

(dc)

ANHA