Li gundewarên Dêrazorê xwepêşandan

Navenda Perwerdeyê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê xwepêşandanek li dar xist û daxwaz kir Wezareta Perwerdeyê navenda wan fermî bike.

Li gundewarên Dêrazorê xwepêşandan
17 îlon, 2026   12:08
DÊRA ZOR

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî biryar da ku Navenda Perwerdeyê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê bigire. Şênî û mamosteyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê li hember biryarê xwepêşandan organîze kir. 

Endamên Navenda Perwerdeyê di xwepêşandanê de da zanîn ku wan li hember biryara wezaretê dibistan girtine.

Li gorî Navenda Perwerdeyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê 71 dibistan, 30 hezar xwendekar û nêzî 873 mamoste û rêveber hene.

Di xwepêşandanê de ji wezaretê daxwaz kirin ku navend neyê girtin û fermî bibe.

(np)

ANHA