Li pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî şehîd Zinar hat oxirkirin

Li pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî, şêniyên Dirbêsiyê û Serêkaniyê Şehîd Zinar Serêkaniyê oxir kirin. Di merasîmê oxirkirinê de hat destnîşankirin ku şehîd bi ked û xebata xwe li hemberî hemû komployên li dijî gelan derketin.

Li pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî şehîd Zinar hat oxirkirin
Li pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî şehîd Zinar hat oxirkirin
Li pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî şehîd Zinar hat oxirkirin
Li pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî şehîd Zinar hat oxirkirin
Li pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî şehîd Zinar hat oxirkirin
17 îlon, 2026   14:15
HESEKÊ

Şêniyên bajarên Dirbêsiyê û Serêkaniyê bi merasîmekê li pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê Şehîd Zinar Serêkaniyê (Diyar Şewket) ê ku di encamê bûyereke tirafîkê de di 13`ê Îlonê de şehîd bibû oxir kirin.

Endamên saziyên sivîl û meclisan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan beşdarî merasîmê oxirkirinê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Xelîl Moro axivî û sersaxî ji bo malbata şehîd Zinar Serêkaniyê xwest, da zanîn ku şehîd bi ked û xebata xwe li hember hemû komployên li dijî gelan sekinî.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Zinar Serêkaniyê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin, paşê bi tilîliyan cenazeyê şehîd li pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat veşartin.

(sb)

ANHA