Nirxandinek li ser hilbijartinên ‘Meclisa Gel’ û erkdarkirinan

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê amadekariya lidarxistina “hilbijartinên parlamentoyê” dike. Ev hilbijartin bêyî misogeriyeke demokratîk tên lidarxistin. Dê ev hilbijartin tenê li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz de pêk werin. Ev yek jî gumanên li ser hilbijartinan zêdetir dike.

Nirxandinek li ser hilbijartinên ‘Meclisa Gel’ û erkdarkirinan
19 îlon, 2025   04:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ber bi lidarxistina hilbijartinên “Meclisa Gel” (parlamentoyê) ve diçe. Dihate payîn ev hilbijartin di navbera 15-20’ê Îlonê de li dar bikevin. Lê hîna jî ew behsa amadekariyên lidarxistinê dike. Ev di rewşeke nezelal de ye û tu misogeriya beşdarbûna gel a rastîn nîn e.

Desthilata veguhêz a Sûriyeyê duh ragihand ku wan “lîsteyên endamên desteyên hilbijartinan di navendên hilbijartinan li parêzgehan de” destnîşan kirine. Ev tevî gelek redkirin û neqebûlkirina lidarxistina van hilbijartinan pêk tê. Ev jî hilbijartinan wek kirineke şeklî ya ji bo xurtkirina desthilata heyî, nîşan dide. Aliyên pîşeyî yên rêveber jî hatine dûrxistin. Desthilata Şamê li şûna derfeta avakirina jiyana siyasî li welat pêk bîne, dixwaze îmajekê ji xwe re çêke.

Berdevka Komîteya Bilind a Hilbijartinan Newar Necme der barê amadekariyan de got daxwazname hîna têne lêkolînkirin û got: “Li ber amadekariya lîsteyên dawîn in. Paşê jî dê dema lidarxistina hilbijartinan were ragihandin.” Li aliyê din çavdêr dibêjin ev hilbijartin şeklî ne, tu guhertinên erênî di xeta desthilatdariyê de pêk naynin.

Komîteya Hilbijartinan di meha derbasbûyî de komîteyên şaxî yên hilbijartinan li herêmên desthilata Şamê ava kirin. Di vê navberê de ne razîbûna gel li herêmên Sûriyeyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêdayê dewam dikin. Tê gotin ev hilbijartin û erkdarkirinên wê bi berdewama dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyeyê re bêbaweriyê zêdetir dikin.

Çavdêr li biryarnameya Ehmed El Şeri ya erêkirina rêziknameya hilbijartinan a demkî wekî kiryareke ji bo xweşikkirina şeklî ya desthlata heyî bi nav dikin lê welat di nava aloziyên siyasî, civakî û aborî de maye. Di demeke wiha de ev hilbijartin naveroka xwe vala nîşan didin û dûrî demokrasiyê ne.

Sîstema hilbijartinê ya demkî balê zêde dikişîne ser desthilata rêveber, ji ber Ehmed El Şeri ji 3 paran pareke endamên meclisê bêyî hilbijartin erkdar dike. Di heman demê de li ser avakirina komîteyên hilbijarinan ên şaxî disekine. Ev meclisa gel dike sûretê desthilata xwe û rûyê wê pê xweşik dike. Li aliyê din desthilata xwe li ser zagonsaziyê zêdetir dike.

Di heman demê de astengiyên qanûnî û rêxistinî li pêşiya van hilbijartinan derdikevin. Ev di rewşekê de ku qanûneke demokratîk a hilbijartinan tune ye, pêk tê. Di heman demê de serjimariyeke giştî nehatiye kirin. Tu qanûnên ruxsetkirina partiyên siyasî pêk nehatine. Ev gelek pirsan têkildarî meclisê de çêdike.

Çavdêr destnîşan dikin ev hilbijartin li gorî “daraza destûrî” bi rê ve diçin. Ev desthilateke mutleq dide serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Ev zîhniyeta desthilata yekdestdarî mezin dike. Rê li ber zordarî û desthilata tund vedike. Serokê desthilatê hemû rêveberiyê dixe destê xwe.

Diyar dibe ku ev hilbijartin nêzî ji nû ve avakirina desthilata Baasê ya rûxiyayî ye.

(dc)