Li kampa koçberên Girê Spî derfetên perwerdeyê kêm in

Rewşa mirovî ya zehmet a li kampa koçberên Girê Spî bandorê li perwerdeyê jî dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo domandina perwerdeya xwendekaran di nava hewldanan de ye.

19 îlon, 2025   05:55
EYN ÎSA

Dibistanên kampa koçberên Girê Spî di sala 2019’an nehatin vekirin. Ji dema vekirinê ve nehatine sererastkirin. Li aliyekî din pêdiviyên perwerdeyê, wekî kursî, mase û dep kêm in, zemînên dibistanan ne hazir in, ji ber rewşên hewayî jî kon riziyane. 

Berdevkê Dibistana Navîn a Kampa Girê Spî Kamil Osman diyar kir ku 5 sal e dibistanên kampê nehatine sererastkirin û ev agahî dan: "Piraniya xizmetên dibistanê tune ne. Ji ber nebûna konan par dibistan bi temamî ji xizmetê derketibûn. Lewre em neçar man sîstema du danan pêk bînin û di encamê de saetên dewaman kêm bûn. Vê yekî jî bandoreke giran li perwerdeya li kampê kir."

Kamil Osman diyar kir ku pêdiviyên dibistanên kampê kêm in û da zanîn ku tevî ku wan pêdiviyên dibistanan bi wan re parve kirine, lê rêxistinên mirovî li kampê destekê pêşkêş nakin.

Osman anî ziman ku tevî hemû zehnetiyan jî dê perwerdeyê bidomînin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em neçar dimînin ku li derve jî be perwerdekirina xwendekarên bidomînin ku ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li bajarên wan ji perwerdeyê bê par mane.”

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Firatê Şêrîn Ebdî jî der barê mijarê de diyar kir ku derfetên desteyê kêm in ku projeyên xwe bidomîne û da zanîn ku ew bi niyet in destekê ji rêxistinên têkildar bixwazin.

Şêrîn Ebdî destnîşan kir ku tişta ku deste dikare niha bike ew e ku bi derfetên di dest de konan sererast bike û got sala bê (2026) dê bendeke taybet ji bo peydakirina konên nû ji dibistanên kampê re zêde bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişên dagirkirinê birin ser Girê Spî û gundewarê wê û herêm dagir kir. Di encamê de bi hezaran şênî koçber bûn. Li kampa Girê Spî nêzî 7 hezar koçber dimînin ku mercên zehmet ên debarê dikişînin. Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe destekê pêşkêş dike, lê rêxistinên mirovî erkên xwe bi cih naynin.

22’yê Mijdara 2019’an Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 3 dibistan (Hatim Zêdan, Tewsîa û Şehîd Rabia Îsamîl vekirin ku dikarin hezar û 500 xwendekarî bihewînin.

(bb)

ANHA