Tekane nexweşxaneya onkolojî, telasemî û şewatê

Nexweşxaneya Onkolojî, Telasîmya û Şewatê wekî tekane nexweşxaneya di vî warî de bi awayekî bê beramber xizmetê dide tevahiya nexweşan.

28 tîrmeh, 2025   03:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bo dermankirina nexweşên Onkolojî, Telasemî û şewatê di sala 2023'yan de nexweşxane hat vekirin. 

Nexweşxaneya Onkolojî, Telasemî û Şewatê ji aliyê Hevya Sor a Kurd ve li bajarê Qamişlo hatiye vekirin.

Nexweşxane li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê yekem nexweşxane di vî warî de ye. Beşên Onkolojî û Telasemî bi rengekî  temamî kar dikin, lê beşa şewatê hîn nehatiye temamkirin.

XIZMET BÊ PERE TÊ DAYÎN

Lİ nexweşxaneyê muayenekirina nexweşan û derman bê pere ne. Di sê salên derbasbûyî de, bi dehan nexweşên telasîmya û penceşêrê li nexweşxaneyê hatine dermankirin.

Endama Rêveberiya Nexweşxaneyê Hediya Ebdullah têkildarî mijarê ev agahî dan ANHA'yê: “Nexweşxane tevahiya rojê nexweşan re vekiriye. Beşa penceşêrê pêdiviya hejmarek mezin a nexweşan pêşwazî dike. Em hewl didin dermanên sereke ji wan re peyda bikin. Beşa dermankirinapencşêra pêsîrê beriya 5 salan hatiye destpêkirin. Wê demê li navendeke din jin dihatin kontrolkirin. Niha ew bûye beşek nexweşxaneyê. Paşê beşa şewatê hate amadekirin, lê ji ber derfetên kêm hîn temam nebûye. Pêwistiya alîkariyê heye."

(dc)

ANHA