Jinên li Helebê: Parastin pêdiviyeke hebûnî ye

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bang li jinên li Siwêdayê kirin ku ji bo parastina xwe û civakên xwe bibin yek û xwe birêxistin bikin.

Jinên li Helebê: Parastin pêdiviyeke hebûnî ye
28 tîrmeh, 2025   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Piştî êrişên çekdarên hikûmeta veguhêz ên li ser Siwêdayê, li ser medyaya dîjîtal hin dîmen û wêne belav bûn ku jinên li Siwêdayê çekan hildigirin û axa xwe diparêzin. Van wêne û dîmenan berxwedana jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anî bîra mirovan.

XETA PARASTINÊ JI BO PARASTINA HEBÛNÊ GIRÎNG E

Der barê girîngiya xweparastinê de, jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, behsa girîngiya rêxistinkirina jinên li Siwêdayê û parastina axa û civaka xwe kirin.

Şêniya bi navê Silava Mihemed Hemo diyar kir ku di dema şer û pevçûnan de herî zêde jin rastî binpêkirinan tên, lewma divê xwe birêsitin bikin, hebûna xwe û rûmeta xwe biparêzin.

Silava bal kişand ser ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku bi saya rola pêşeng û bibandor di têkoşîn, rêveberî û rêxistinê de, şoreş veguherî "şoreşa jinan". Silava bang kir ku ev ezmûn li Siwêdayê were pêkanîn û got: "Îro, di bin navên cuda de, jin ji aliyê zihniyeta otorîter a mêr ve li Sûriyeyê rastî êrişan tên. Ger jin xwe û civakên xwe neparêzin, ew ên werin tunekirin."

 Silava wiha pê de çû : "Ger jin bixwaze, dikare. Hêza wê têrê dike ku civakê birêve bibe. Ji ne qels e, divê vê yekê bi têkoşînê îspat bike. "

Şêniya bi navê Mizgîn Menan Bekir piştgiriya xwe ji bo tevlîbûna jinên Siwêdayê di parastina bajarê xwe de anî ziman û got "Divê jin rola xwe bi bandor pêk bînin. Bêyî tevlîbûna jinan serkeftin nayê bidestxistin. "

BÊYÎ JINAN AŞTÎ PÊK NAYÊ’

Rengîn Mihemed sûcên li dijî  jin li Siwêdayê têne kirin şermezar kirin û da zanîn ku divê jinên li Siwêdayê xwe biparêzin, ji ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûdê wergirin da ku nasnameya xwe biparêzin.

Rengîn ev li axaftina xwe zêde kir, "Bêyî jinan, aştî nayê pêkanîn û bêyî tevlîbûna wan di şoreşan de serkeftina wan ne pêkan e. Divê jin hêjayî rola xwe ya dîrokî bin, li gorî berpirsyariyên dîrokî tevbigerin û ji bo parastina nasnameya tê bikoşin. "

(k)