Ev 8 sal in êşa bê dawî dikişîne!

Dayîka 4 zarokan a ji bajarê Efrînê, 8 sal berê dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyênê wê Efrîn dagirkir kir, mal û zeviyên xwe yên çandiniyê winda kir. Ji wê demê ve zor û zehmetiyê koçberiyê dikişîne û ji mafê vegera ser xaka xwe winda kiriye.

Ev 8 sal in êşa bê dawî dikişîne!
Ev 8 sal in êşa bê dawî dikişîne!
Ev 8 sal in êşa bê dawî dikişîne!
Ev 8 sal in êşa bê dawî dikişîne!
Ev 8 sal in êşa bê dawî dikişîne!
28 tîrmeh, 2025   05:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Wîdad Hesen a ji gundê Xezyan a girêdayî bajarê Mabata ya Efrîna dagirkirî, dayîka 4 zarokan e. Wîdad li gel hevjînê xwe demek dirêj di nava darên zeytûnan de derbas kir. Zeyta zeytûnan û cûreyên zeytûnan beşeke sereke ya taştiya wan a rojan bû.

Piştî 20’ê çileya sala 2018’an dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişeke berfireh birin ser Efrînê, zêdeyî 400 hezar welatiyên wê neçarî koçberiyê bûn. Wîdad li gel malbata xwe wekî bi dehezaran welatiyên Efrînê li Şehbayê bi cih bûn.

Di kanûna sala 2024’an de dema çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî Şehbayê kir, careke din bi malbata xwe re neçarî koçberiyê bû.

Beriya Wîdad were koçberkirin, li gundê Xirbe ya bajarê Şera yê Efrînê 300 darên wan ên zeytûnan, li kêleka wan jî 300 şitlên biçûn ku nû xistibû erdê hebûn. Zêdekirî vê yekê, darên guz, mişmiş, simaq û her wekî din, hebû. Li gundê Kaxirê ya Mabata jî zeviyekî hevjînê wê hebû. Lê ev 8 sal in ew ji dar û zeviyê xwe mehrûm bûye.

Wîdad li ser rewşa xwe ya niha axivî û ev tişt anî ziman: “Ji 8 salan ve min dilopek zeytûn û ne jî libek zeytûn ji darên xwe tam ne kiriye. Me her tişt li pey xwe hiştin. Xêra erdê me ji kesên biyanî re maye.

Wîdad da zanîn ku li gorî agahiyên wan ji gundê xwe yê dagirkirî wergirtine, çeteyan hemû darên wan birîne, ên simaqê ji kom hilkirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çete baweriya xwe bi xwezayê nayinin. Şînkahiyê wekî metirsîn li ser xwe dibînin. Bi tu awayî ji jiyanê hez nakin.

Mala Wîdad a li bajarê Efrînê ji bêyî agahiya wê bi buhayekî kêm ji aliyê çeteyan ve çend caran hatiye firotin. Wîdad got, cîranan jê re gotiye ku çete 800 dolarî jê dixwazin da ku xaniyê wê vala bikin.

Wîdad hesta xwe ya koçberiyê bi van gotinan tîne ziman: “Dema em li Şehba bûn, em nêzî gundê xwe bûn, lê em nikarîbûn gihabana wê. Ji ber di navbera me û Efrînê de çek û çeteyên tu baweriya xwe bi mirovahiyê nayînin, hebûn. Heger ew çete dernekevin û garantî ji Neteweyên Yekbûyî nebe, em ê tu carî wiha venegerin, Efrînê."

Wîdad Hesen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku raste ew zindî ne, lê ew jiyan nakin û ev tişt anî ziman: “Baweriya me bi dîtinê, hinekî bêrîkirina me sivik dike. Her dem jî pirsyara em ê kengî vegerin di bala me de ye.

(dc)

 ANHA