Nebîl Necmedîn: Şerê Îran û DYA’yê dê gelekî xeternak be

Pisporê têkiliyên navneteweyî Nebîl Necmedîn bi bîr xist ku koka şerê di navbera Îran û DYA`yê de vedigere destpêka şoreşa îslamî ya Îranê dema ku projeya ‘hinardekirina şoreşê’ hat ragihandin û got eger şer çêbe dê bandora xwe li tevahiya cîhanê bike.

Nebîl Necmedîn: Şerê Îran û DYA’yê dê gelekî xeternak be
27 sibat, 2026   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê pispor ê têkiliyên navneteweyî Nebîl Necmedîn ji ajansa me (ANHA) re rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de nirxand.

Nebîl Necmedîn bi bîr xist ku piştî Xumeynî hat ser desthilata Îranê û şah ji kar dûr xist, Tehranê bi fermî projeya “hinardekirina şoreşê” pejirand.

PROJEYA ‘HINARDEKIRINA ŞOREŞÊ’ ÇI BI XWE RE ANÎ?

Li gorî Necmedîn, piştî Îranê ragihand wê projeya "hinardekirina şoreşê" qebûl kiriye li herêma Kendavê û welatê Şamê (Lewant) bêaramiyê dest pê kir û welatên Ereban ên Kendavê gelekî ji vê projeyê tirsiyan.

Necmedîn anî ziman ku vê projeyê bandor li gelek qadên herêmê kir, mînak hebûna Hizbullah li Lubnanê, şîeyan li Iraqê û Sûriyeyê gelekî zêde xwe bi rêxistin kir û li Yemenê destekê didin Hûsiyan. 

Nivîskar Necmedîn diyar kir ku herêma Kendavê di wê pêvajoyê de û heyanî niha yek ji herêmên girîng ên navendên berjewendiyên sivîl û leşkerî yên DYA’yê ne. Ji ber vê yekê Washintgon û Tehran bi salan e di nava nakokiyan de ne.

PEVÇÛNÊN DAWÎN ÊN DI NAVBERA ÎRAN Û DYA`YÊ DE

Necmedîn behsa êrişa dawîn a DYA’yê ya li ser Îranê kir û got: "Di vê pêvajoya dawîn de navbera Îran û Amerîka de şerekî ne dihat texmînkirin çêbû. Amerîka hewayî û deryayî Îran bombebaran kir. Îsraîl jî bi bombebarankirina hewayî tevlî vê êrişa li ser Îranê bû. Îran cara yekem îsraîl bi mûşekên balîstîk kir hedef û ev mûşek gihîştin kûrahiya erdnîgeriya Îsraîlê. Di encama êrişn mûşekên balîstîk ên Îranê de Îsraîl gelek ziyan dît û tirsiya. Her wiha Îran baregeha leşkerî ya El Edîd ya Amerîkayê ya li Qeterê bi mûşekên balîstîk kir armanc û asta şer zêde bû."

DI NAVBERA ÎRAN Û DYA’YÊ DE DÊ ŞER BIQEWIME?

Nivîskar Necmedîn li ser pirsa ‘gelo dê serok Donald Trump li hemberî Îran dest bi şer bike?’ wiha got: "Bersiv gelekî tevlihev û ne zelal e. Têkildarî vî şerî gelek sînaryo hene. Dibe ku Amerîka bi keştiyên balafiran ên Amerîka yan jî bombebaranên stratejîk ên nêzî ava Îranê bi cih kirine, êrişî Îranê bike. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu dixwaze DYA’yê bi Îranê re bixê nava şerekî berfireh. Her wiha dibe ku aliyekî sêyemîn ku nehatiye raghandin kî ye, bikevê nava vî şerî. Di encama van senaryoyan de dibe ku şerekî gelekî dijwar di navbera her du aliyan de dest pê bike.”

EV ŞER DÊ BANDOR LI ÇI BIKE?

Necmedîn di nava gotinên xwe de diyar kir ku ev şer wê ne tenê bihabûna petrolê tevlihev û zêde bike û ev nirxandin kir: "Di heman demê de di aliyê leşkerî û ewlehiyê de Îran vekirî got, eger êriş li ser erdên wê çêbibe wê hemû navendên siyasî û leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li herêmê bike hedef. Îsraîl jî ji bo êriş û projeyên xwe li Xezayê ji rojevê derxîne dê rasterast tevlî vî şerî bibe. Dibe ku Îsraîl çalakiyên îstixbaratî yên veşartî li dijî Îranê bike û Îran jî van çalakiyên Îsraîlê wek êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê şîrove bike.”

TENGAVA HURMUZÊ Û TEXMÎNA ŞEREKÎ CÎHANÊ

Necmedîn diyar kir ku senaryoya herî xeternak girtina Tengava Hurmuzê ye û got Tengava Hurmuzê rasterast bandorê li navîgasyon û bazirganiya cîhanê dike û wdê di encama wê de bihabûna petrolê bi awayekî nayê texmînkirin zêde bibe û li bazarên enerjiyê yên cîhanê gelekî tevlihevî çêbe.

Nebîl Necmedîn di dawiya gotinên xwe şiyarî da ku eger êrişeke rasterast li ser Îranê çêbe dê bersiva Îranê gelekî berfireh be û bibe sedema ku hêzên navneteweyî yên mezin wekî Rûsya û Çînê destwerdana vî şerî bikin û rewş bigihêjê rêjeya destpêkirina şerekî cîhanê.

ANHA