‘Kiryarên li Sûriyeyê têne kirin divê bi qanûnî werin lêpirsînkirin’

Parêzer Basim Hatûm got li Sûriyeyê kiryarên li dijî sivîlan têne kirin sûc in û divê desthilata heyî ji aliyê qanûnî ve lêpirsînê bike û hesab bixwaze.

‘Kiryarên li Sûriyeyê têne kirin divê bi qanûnî werin lêpirsînkirin’
27 sibat, 2026   05:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên cuda yên Sûriyeyê rojane di aliyê ewlehiyê de bûyerên cur bi cur mîna kuştin, revandin û talankirin diqewimin. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji dema ketina rejîma Baasê heya Sibata îsal (2026) ve hezar û 405 kiryarên tundiyê bi hinceta tolrakirinê hatine kirin. Tevî vê yekê aliyên têkildar hesab naxwazin.

Di vê çarçoveyê de parêzer Basim Hatûm ji ANHA’yê re axivî û got: “Di qanûnên neteweyî de êrişên li ser sivîlan, destdirêjiya li mafên jiyanê, silametiya fîzîkî yan jî mafê azadî û milkiyetê binpêkirin e. Ji bo van binpêkirinan jî cenaze hene. Qanûnên mirovî yên navneteweyî pêkanîna van kiryaran di şerdan de jî qedexe kirine.”

Hatûm têkildarî heman mijarê got: “Kiryarên li Sûriyeyê têne kirin nabe ku di bin bandora aliyan de yan li ser medyayê wekî bûyerên birêxistinkirî yan jî cihêreng werin pênasekirin. Divê qanûnî û serbixwe werin lêpirsînkirin, bigihêjin belgeyên tesbît bikin ku ev kiryar di encama polîtîka desthilata heyî de û bi heman şêweyan têne kirin. Hemû liv û tevgerên li beramberî sivîlan têne kirin, eger ne qanûnî bin, sûc in. Ev sûc divê werin lêpirsînkirin û hesab were xwestin. Berpirsyariya qanûnî kesayetî ye, ne giştî ye. Divê kiryar werin îsbatkirin û sûcdar werin cezakirin. Desthilatên dewletê berpirsyarên zagonî yên parastina sivîlan e û divê destûr nedin ku li herêmên di bin serweriya wan de kiryarên wisa biqewimin.”

Parêzer Hatûm destnîşan kir ku divê hemû kiryarên têne kirin werin belgekirin û wiha got: "Divê der barê hemû kiryaran de şahid hebin, raporên tiba edlî werin dayîn, cihên bûyeran werin belgekirin û di bin çavdêriya aliyên zagonî de wêne werin kişandin da ku belge werin parastin.”

Parêzer di nava axaftinên xwe de diyar kir ku gelek rê û rêbazên zagonî hene, dikarin sûcdaran lêpirsîn bikin û got: “Dikarin doza xwe rakin dozgeriyê. Dema ku gef li kesî were xwarin dikare parastina qanûnî bixwaze. Eger dozên qanûnî hundirîn neyên çareserkirin dikarin dozên xwe rakin ji rêxistinên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî re. Ji bo bigihêjin edaletê divê doz serbixwe werin lêpirsînkirin.”

Parêzerê sûriyeyî Basim Hatûm di dawiya gotinên xwe de got: “Parastina sivîlan erkeke qanûnî û exlaqî ye. Divê di çarçoveya qanûnî de lêpirsîn werin kirin û qedexe bikin kesek nêzî sivîlan bibe. Dewlet bê ku cudahiyê bixe navbera welatiyên xwe divê berpirsyariya wan rake û eger binpêkirin der heqê wan de çêbin, divê lêpirsînê veke û hesab ji sûcdaran bê xwestin.”

ANHA