Bangên misogerkirina zimanê kurdî di destûrê de

Şêniyên Çilaxayê got divê zimanê kurdî wek zimanê duyemîn di destûra Sûriyeyê de were misogerkirin û li dibistanan jî were dayîn.

Bangên misogerkirina zimanê kurdî di destûrê de
27 sibat, 2026   04:05
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa ku nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman, xwest zimanê kurdî di destûrê de were qebûlkirin.

Mihemed Şerqî destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanekî kevn e û gelê Kurd ji bo parastina wê ji îmha û siyasetên qirkirin û asîmîlasyonê bi salên dirêj tê koşiye. Şerqî bal kişand ser rewşa zimanê kurdî ya li Rojava û got li Rojava asta fêrbûna zimanê kurdî bi awayekî berbiçav bi pêş ketiye, bi hezaran xwendekar ji asta seretayî heya zanîngehê bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin, dibistan, peymangeh û zanîngehên taybet ên zimanê kurdî hatine vekirin, lê ev gav di qanûn û destûra Sûriyeya nû de nehatine naskirin.

Mihemed Şerqî da zanîn ku biryara hikumeta demkî ya der barê zimanê kurdî de têrker nîn e û got divê zimanê kurdî wek zimanê duyemîn li welat were naskirin û di destûra Sûriyeyê de were nivîsandin û li qada fêrkirinê bi fermî were misogerkirin. Şerqî anî ziman ku dê têkoşînê bidomînin heta ku asta ziman bi pêş bikeve û diyar kir ku parastina ziman parastina gel Kurd û çanda wî ye.

Mihemed Emîn Yûsif jî îşaret pê kir ku gelê Kurd ê Rojava di salên dawîn de ji bo parastina hebûn, ziman û çanda xwe şer kiriye û di rêya parastina destkeftiyên şoreşa ziman de berdêlên mezin dane.

Mihemed Emîn Yûsif destnîşan kir ku destkeftiyên di warê fêrbûna bi zimanê dayikê de hatine bidestxistin, hewcedarî naskirineke fermî ne û got di çarçoveya dan û standinên Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de di dosyaya zimanê kurdî de heya niha pêşketinên berbiçav çênebûne, lê biryara hikumetê ya der barê zimanê kurdî de têrker nîn e. Yûsif xwest zimanê kurdî wek zimanê duyemîn li welat were naskirin û di destûrê de were nivîsandin.

Mamosteya zimanê kurdî Nizha Seyfedîn jî got ziman nasnameya gelê Kurd e, Kurd bi sedan salan ji ber siyasetên pişaftinê ji mafê fêrbûna bi zimanê xwe bê par man. Nizhayê destnîşan kir ku di salên dawîn de pêşketinên şênber di warê fêrbûna kurdî de hatin qezenckirin û xwest ev destkeftî di desûra nû ya Sûriyeyê de werin nivîsandin, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê were misogerkirin.

Mamoste Niza Seyfedîn di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku hewldanên parastin û pêşxistina zimanê kurdî dê dewam bikin.

(bb)

ANHA