Mesûd Pîzîşkiyan: Rojava nikare me rawestîne û em teslîm nabin

Serokkomarê Îslamî yê Îranê Mesûd Pîzîşkiyan diyar kir ku Rojava wê nikaribe hewlên nûklerî yên welatê wî rawestîne.

Mesûd Pîzîşkiyan: Rojava nikare me rawestîne û em teslîm nabin
20 îlon, 2025   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Tasnim ku agahiyên spartin Serokkomarê Îslamî Mesûd Pîzîşkiyan ragihand ku “rojava” nikare Îranê rawestîne, ji ber ku ew ê bernameya xwe ya nukleerî bidomîne her çend tesîsên nukleerî yên Îranê jî werin bombebaran kirin.

Di merasîma xelatkirina Olîmpiyada Zanistî ya Cîhanî de Pîzîşkiyan got: "Êrişên leşkerî wê rê li ber me negirin ku em bernameya xwe ya nukleerî ji nû ve ava bikin."

Der barê helwesta welatên rojavayî de, Pîzîşkiyan aşkera kir ku “rojava nikare wan rawestîne. Wan li Natanzê xist, lê hayê wan ji vê yekê tine ku dest û mirovê Natanzê ava kir, ji Natanzê girîngtir jî ava dikin û dê ava bikin”.

Pîzîşkiyan teqez kir ku “welatê wî dikare astengiyên sereke derbas bike û kes nikare rê li ber wan bigere”.

Hêjayî gotinê ye ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh, di biryara dirêjkirina dema taloqkirina cezayên li dijî Îranê de bi serneket, ev tê wê wateyê ku ji nû ve birîna cezayan li ser Îranê ji ber bernameya wê ya nûkleerî, hate erêkirin.

(ac/şx)

ANHA