Axios: Netanyahu ji Trump dixwaze der barê Sînayê de fişarê li Misirê bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bang li rêveberiya Trump kir ku fişarê li Misrê bike der barê tevgerên wê yên leşkerî yên dawî li Sînayê de. Rayedarên îsraîlî jî gotin ku “artêşa Misirê binesaziyek li herêman ava kiriye ku divê tenê çekên sivik lê hebin”.

Axios: Netanyahu ji Trump dixwaze der barê Sînayê de fişarê li Misirê bike
20 îlon, 2025   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Amerîkî Axios eşkere kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump xwestiye ku ji bo tevgera li Sînayê destwerdanê bike û zextê li Misrê bike, berpirsên Îsraîlê ev tevger wekî "komkirina leşkerî ya zêde" li Nîvgirava Sînayê bi nav dikin.

Li gorî malperê, du berpirsên îsraîlî hebûna leşkerî ya Misrê li Sînayê “wekî xaleke nû ya aloziyê di navbera Qahîre û Til Evîvê de di şerê berdewam ê li Xezeyê" de hesibandin. Heman berpirsan îdia kir ku misriyan binesaziya leşkerî ava kiriye, di nav de tesîsên bin erd, berfirehkirina rêyên firînê û baregehên hewayî ku dikarin ji bo armancên êrişkar werin bikar anîn. Ev hemû li deverên peymana aştiyê ya 1979`an e ku ji bilî çekên sivik nabe tu cureyên çekên din hebin.

Di rapora ku malperê parve kiriye de, hate destnîşankirin ku Netanyahu di civîna roja duşemê ya li Oudsê de lîsteyek çalakiyên Misirê li Sînayê radestî wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Rubio kiriye.

Her du berpirsên îsraîlî aşkere kirin ku gotûbêjên rasterast bi Qahîreyê re ti pêşketin bi dest nexistine, ji ber vê yekê Îsraîl daxwaza destwerdana Washingtonê dike.

Li gorî Axios a ku agahiyên xwe spartin rayedarekî misirî, îdiayên Îsraîlê red kirin û destnîşan kir ku rêveberiya serok Trump di vê dawiyê de der barê vê dozê de bi Misirê re nîqaş nekiriye.

(ac/şx)

ANHA