Li parlamenta Awûstralyayê resepsiyona ji bo piştevaniya Rojava

Li Parlamenta Eyaleta Wales a Başûr a Nû (NSW) ya Awûstralyayê resepsiyonek hate lidarxistin û ji bo Rojava û gelê Kurd peyamên piştgiriyê hatin dayin.

Li parlamenta Awûstralyayê resepsiyona ji bo piştevaniya Rojava
20 mijdar, 2026   14:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Demokratîk a Kurd a li Awûstralyayê (FDKS-A), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê û Komeleya Ciwanên Kurd a Sydneyê resepsiyoneke hevpar lidar xistin. Parlamenterên li resepsiyonê axivîn diyar kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ya gelê Kurd. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û endamên civaka Kurd beşdarî resepsiyonê bûn.

Parlamenterê Partiya Keskan Abigail Boyd anî ziman ku berxwedana Kobanê sembola mafê xweparastinê yê gelan û piştevaniya navneteweyî ye û destnîşan kir ku ew bi gelê Kurd re ye.

Parlamentera Partiya Karker Charishma Kaliyanda jî diyar kir ku Kobanê bi taybetî veguherî nîşaneya têkoşîna azadiyê ya jinan, berxwedan û wêrekiyê.

Ji Partiya Lîberal parlamenter Justin Clancy jî işaret bi girîngiya têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê ya ji bo Awûstralya û cîhanê kir.

Hevseroka FDKS-A'yê Gulfen Olan got, berxwedana Kobanê têkoşînek ji bo tevahiya mirovahiyê bû û destnîşan kir ku parastina destketiyên Rojava berpirsyariyeke hevpar e.

Berdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya Federasyonê Baran Sogut jî dilxwazên YPG'ê yên Awûstralyayî Reece Harding, Ashley Johnson û Jamie Bright bi bîr anî ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn.

Dayika Reece Hardin, Michelle Harding anî ziman ku şervanên Kurd li gel derfetên kêm berxwedaneke mezin nîşan dan û got, "Ez hurmeteke mezin didim wan. Li gel ewqas zehmetiyan û derfetê kêm ên li ber destê xwe karîbûn çareseriyê biafirînin."

Bi navê Weqfa Alîkariyê ya Keşîş Bill Crews Dr. Anjalika Wijesurendra jî diyar kir ku wê piştgiriya xwe ya bi têkoşîna azadiyê û gelê Kurd dewam bikin.

Resepsiyon bi dirûşmên "Bijî Kobanê" û "Bijî Berxwedana Rojava" û bi guhdarîkirina li muzîkê bi dawî bû.