Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin

Rêveberiya Meclisa Kampa Waşûkanî ji bo xwendina nameya Rêber Abdullah Ocalan û şirovekirina rewşa siyasî ji bo gel, civînek li darxist.

Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
Li kampa Waşûkanî nameya Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin
20 îlon, 2025   20:46
HESEKÊ

Meclisa Kampa Waşûkanî ji bo xwendina nameya Rêber Abdullah Ocalan ya ji bo êşîr û rûspiyên ereb şandiye,  ji koçberan re civînek li kampê li dar xist.

Meclisê ji bo civînê konek vegirt. Civîn bi beşdariya koçberên Serêkaniyên, eşîrên li kampê û ji Hesekê hate lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê, rêvebera Komîteya Kar û Barê koçberan a kampê Gulistan Oso nameya Rêber Abdullah Ocalan xwend.

Dûre rewşa siyasî ku li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û li Sûriyeyê tê qewimîn ji hêla Hevserokê Desteya Kar û Barên Koçberan a kantona Cizîrê Feroşe Remedan ve hatin nirxand. Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

Nîqaşên di civînê de hate kirin, têkildarî nameya Rêber Abdullah Ocalan û çawa piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin, da ku karibin hêza xwe xurt bikin û welatê xwe ji dagirkiriyê biparêzin, bûn.

(zş/şx)

ANHA