Lubnanê hişyarî da Hamasê: Axa me bi kar neynin!

Konseya Bilind a Parastina Lubnanê li hemberî Hamasê ku tê îdîakirin têkiliya wê bi roketên ku di navbera 22 û 28’ê Adarê de li Îsraîlê hatine xistin re heye, hişyarî da.

Lubnanê hişyarî da Hamasê: Axa me bi kar neynin!
2 gulan, 2025   17:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya rojnameya L’Orient El Jourê, Konseya Bilind a Parastina Lubnanê, diyar kiriye ku bikaranîna axên Lubnanê ji aliyê Hamasê ve bi armancên leşkerî wê ewlehiya welêt bixe nava xeteriyê û got ku li dijî çalakiyên bi vî rengî wê ‘tedbîrên xurt’ bên girtin.

Hat ragihandin ku hin kesên girêdayî rêxistinê hatine binçavkirin û di hefteyên bê de wê pêvajoya darizandina wan destpê bike.

Serokê Dewletê Joseph Aoun got: “Lubnan bi tu awayî wê nebe zemîna platforma faeliyetên bêîstikrariyê.” Serokwezîr Newaf Salam, jî destnîşan kir ku divê çekên neqanûnî bên danîn û bal kişand ser Peymana Taîfê.

Her wiha ji bo hilbijartinên xwecihî yên ku di dema pêş de bên kirin jî rayedaran daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo hilbijartin bi awayekî şefaf û ewle pêk were hemû tedbîrên pêwîst wergirtine. Di civînê de bandorên gengaz ên şerê li Sûriyeyê li ser Lubnanê jî hatin nîqaşkirin.