Tehranê bersiva gefên Serokê Amerîkayê da

Îranê îro bersiva gefên serokomarê Amerîkayê bo sepandina cezayan li ser welat û kesên ku petrola Îranê bikirin, da û ragihand, ku ev cezayan der barê cidiyeta Amerîkayê ya pêvajoya dîplomasiyê de bêbaweriyê çêdikin.

Tehranê bersiva gefên Serokê Amerîkayê da
2 gulan, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta karên derve ya Îranê di daxûyaniyekê de teqez kir ku "berdewamiya van reftarên neqanûnî dê helwêstên mentiqî û rewa yên Îranê li ser bingeha qanûnên navneteweyî naguherîne. "

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê IRNA`yê, wezaretê got ku ev ceza "ev cezayan der barê cidiyeta Amerîkayê ya pêvajoya dîplomasiyê de bêbaweriyê çêdikin. "

Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew rêbazên ku berjewendiyên wê yên neteweyî û mafên gelên wê tehdîd dikin qebûl nake, û "berdewamiya cezayên neqanûnî û zextên li ser hevkarên wê yên bazirganiyê" şermezar, her wiha got ku ev yek "îsbata necidiyeta Waşintonê ya pêvajoya dîplomasiyê ye."

Serokê Amerîkayê duh ragihandibû ku, her welatek ku nift û petrokîmyaya Îranê bikire, ji niha û pê ve dê ji aliyê Amerîkayê ve rastî cezayan bê.

(k)