Li Siwêdayê êrişî konvoyeke hêzên desthilata Şamê hat kirin

Li gundewarên rojavayê Siwêdayê li dijî konveoyeke hêzên desthilata Şamê êriş hat kirin.

Li Siwêdayê êrişî konvoyeke hêzên desthilata Şamê hat kirin
2 gulan, 2025   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, li gundewarên rojavayê Siwêdayê li dijê hêzên desthilata Şamê êriş hat kirin. Êriş li nêzî gundê Kenakirê hatiye kirin. 

Li gorî gundiyan Îsraîlê li karwanekî "Ewlehiya Giştî" daye ku dixwest bigihêje gundê  Kenakirê.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên artêşa Îsraîlê, balafirên Îsraîlê êriş bire ser karwanekî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ku hewl dide bi ser Kenakirê de bigire.

Beriya çend kêliyan jî li rojavayê bajarê Siwêdaiyê mezreyek hatibû hedefkirin.

(bb)