Lihevkirinên Îbrahîmî di bidawîkirina şerê Filistînî – Îsraîlî de bi bin ketin.. çare çi ye?
Şerê di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê de derbeyeke giran li lihevkirinên Îbrahîmî xist, nexasim ji ber ku pêvajoya nêzîkbûnê di nav gel û çandan de nehat rûniştandin. Di encamê de ev lihevkirin ketin rewşeke sar û lewaziya helwestên dewletên ku bi Îsraîlê re lihevkirin pêk anîne xuya kir, gelo çareya herî baş a vî şerî çi ye?

Di dema dawîn de hêzên navneteweyî û herêmî bi pêvajoya nêzîkbûna erebî – îsraîlî re mijûl bûn. Ew pêvajo bi navê lihevkirinên Îbrahîmî li ser navê pêxember Îbrahîm ku nîşana biratiya olan dida, dihat naskirin. Ev lihevkirin tenê di qadên aborî, bazirganî û siyasî yên navbera Îsraîl û pergalên desthilatdar ên herêmê de bûn û negihîştin asta nêzîkbûnekê di navbera gelên herêmê de.
Ji dema îmzekirina van lihevkirinan ve, di serî de li gel Îmaratê û gelek dewletên ereb û li vê dawiyê axaftina li ser tevlêbûna Erebistana Siûdî jî, guman hebûn ku bi bi kevin. Şerê li Xezayê jî darbeya herî giran bû.
SEDEMÊN BINKETINÊ
Di çarçoveya hegemonya hin aliyan li xaka Filistînê bi taybetî Xezayê de bi rêya Hemas û Cîhada Îslamî û girêdana wan bi Îslama siyasî û Îxwan El Muslimîn ve. Hemwextî wê rastgir gihaşt desthilata Îsraîlê ku ji rojên pêşîn ve bi domdarî êriş cîhên pîroz kir û destek da avakirina mêtingehan. Li hember wê jî êrişên Hemasê û belgekirina binpêkirinên li dijî gelê Îsraîlê derketin pêş. Di encamê de zikreşî di navbera gelên Filistîn û Îsraîlê de hat rûniştandin, her wiha di navbera gelên cîhanê de nefret û kîn çêbû.
Di encama şerê dawîn de hewldanên pêşxistina nêzîkbûnên fermî di navbera hikumetên ereb û Îsraîlê de, ber bi nêzîkbûna di navbera gelên ereb û Îsraîlê, olên îslamî û cihuyan de bi bn ketin. Yanî nêzîkbûn, girîng û cehwra xwe ji dest da. Di çarçoveyeke fermi da ma. Li gel nefreta di navbera gelan û olan de, ev nêzîkbûn dê rû bi rûyî bikeftinê bimîne.
Mayîna nefretê û tundiyê û êrişên Îsraîlê yên li dijî Filistînê nexasim cihên pîroz û perestgehan roleke mezin di paşketina têkiliyên gelek dewletan li gel Îsraîlê de lîstin. Tevî ku bi awayekî fermî nehat ragihandin ku lihevkirinên Îbrahîmî bi bin ketine, lê ya rast ew di qonaxeke zehmet re derbas dibin.
Yanî, tevî ku têkçûna lihevkirinên berê nehatiye ragihandin, lê dîsa jî pêvajoya nêzîkbûna dewletên erebî û Îsraîlê di rewşeke sar û rawestiyayî de maye. Li gor pêşbînan tu dewletên din tev li vê pêvajoyê nabin. Her wiha Erebistana Siûdî ku Amerîkayê hewl dida wê ji bo nêzîkbûnê îqna bike, lê belê xuya bû ku ew paşve vekişiya nexasim ku dewletên ereb yên tev li pêvajoya nêzîkbûnê nebûne, helwestên wan ji yên tev li lihevkirinên li gel Îsraîlê bûne, xurttir e.
ENCAMÊN WÊ
Piştî şerê li Xezayê û bandora wî li lihevkirinên Îbrahîmî, tê pêşbînkirin ku hemû planên hevkariya aborî û bazirganî yên di navbera dewletên ereban û Îsraîlê de têk biçin; ji ber ku ev hevkarî dê wek destekdayîna ji bo Îsraîlê bên dîtin. Di encamê de dewletên ereban dê bikevin rewşeke ne xweş li hember raya giştî. Di vê çarçoveyê de, tê pêşbînkirin ku ev şer bandorê li korîdora bazirganiyê ya nû ya ji Hindistan heta Rojhilata Navîn û Ewropayê bike. Divê ew korîdor di bendera Heyfayê re derbas bibe. Di encamê de, encamên van lihevkirinan û nêzîkbûnê, herî kêm rû bi rûyî taloqkirinê ne.
Di çarçoveya zêdebûna nefretê, olperestiyê û hişyariyên îstixbaratên gelek dewletan di serî de Amerîka ku dibe bûyerên dawîn bibin sedema çalakiyên terorîst, dîsa jî dûr nayê dîtin ku komên terorîst li dijî dewletên ku nêzîkbûn bi Îsraîlê re çêkirine, êrişan pêk bînin.
ÇARESERÎ
Xuya dibe ku tevî binketina lihevkirinên Îbrahîmî nehatiye ragihandin, lê dîsa li gel ku ev nêzîkbûn wek rastiyekê û hevkariyeke siyasî, aborî, çandî û gel nehatiye sepandin, her wiha fişarên civakî, siyasî û aborî di pêvajoya bê de li ser dewletên ku lihevkirin îmze kirine, ev xet rû bi rûyî binkeftinê ye.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya 5'emîn a Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk de wiha dibêje: "Yek ji jêderên bingehîn yên pêxîrtengiya Rojhilata Navîn pêvajoya bi hev re avakirina dewletên netewe yên Ereb û Îsraîlê ye. Dema di serê sedsala 19. de Ingilîstanê li ser Împaratoriya Osmanî dest bi operasyonan kir û divê de şêxên Ereb weke beştê pê deriyên kelhan dişkînin bi kar anîn.
Avakirin û îlankirina Îsraîlê bûyereke ji rêzê nîne. Kengî li herêmê hêzên hegemonîk ên dawî Împaratoriya Osmanî û Şahtiya Îranê veguherandin dewletên netewe yên mînîmalîst û hewcedar, hingê ji valatiya desthilatdariyê ya derket holê weke hêza hegemon a kakil a hegemonyadariya modernîteya kapîtalîst Îsraîl derket holê.
Îsraîl weke hêza kakil a hegemon hatiye hûnandin û ev xusûseke gelekî girîng e. Ev tê wê maneyê, li herêmê hêzên din ên dewleta netewe hebûna hêza hegemon Îsraîlê çiqasî nas bikin, ewqasî wê rewa bêne qebûlkirin, eger nas nekin wê bi şeran wan bînin ser xetê û wan wisa bihilhilînin heta ku Îsraîlê nas bikin.
Pirsgirêka sereke û herî kûr a civakên Ereb, beriya her tiştî parçebûna wan a li bîstûdu dewletên netewe ye. Ev bîstûdu dewlet ji rêxistinên ajan ên kolektîf ên modernîteya kapîtalîst wêdetir nikarin bi roleke din rabin. Hebûna wan bi xwe ji bo gelên Ereb pirsgirêka bingehîn e. Di vê çarçoveyê de pirsgirêka Ereb pirsgirêkek e ku bi hûnandin û avakirina modernîteya kapîtalîst a li herêmê re têkildar e. Bi tenê di vê çarçoveyê de mesele bê dîtin, ango weke hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst li herêmê bi Îsraîlê re dibe ku pirsgirêkên wan hebin.
Lê em ji bîr nekin ku hêzên Îsraîl ava kirin û hêzên bîstûdu dewletên netewe yên Ereb ava kirin heman hêz in. Ango têkilî û nakokiyên wan bi Îsraîlê re bi rengê kamûflajê ne. Ji ber ku ew jî bi awayekî cewherî heman sîstema hegemonîk parve dikin, ev nakokiyên wan bi hêz bin jî kengî biwêrin derkevin derveyî modernîteya kapîtalîst hingê maneyek van nakokiyan heye. Tu yê hem di nava heman hegemonya modernîteya kapîtalîst de bimînî, hem jî tu yê Îsraîlê nas nekî! Dîplomasiya bi maske û sexte ha ji înkarkirina vê rastiyê derdikeve holê. Çi Îslama radîkal, çi Îslama Nerm û çi jî Îslama Şîa dibe, bi tevahî nêzîkatiyên milletperest ên Îslamî ku dixwazin li şûna modernîteya kapîtalîst bi cih bikin, ji sextekariyeke mezin pêve tiştekî din nînin. Ji ber ku ev Îslamtî ji serê sedsala 19. ve şaxekî milletperestiya hegemonya modernîteya kapîtalîst e, ti têkiliya wê bi şaristaniya Îslamî re nîne, amûrekî îdeolojîk ê kapîtalîzmê yê xweserî welatên Îslamî yên Rojhilata Navîn e. Îslamtiya siyasî ya di dused salên dawî de ji ajanên bi maske yên hegemonya kapîtalîst wêdetir nikare bi roleke din rabe. Ji ber ku bi modernîteya kapîtalîst ve girêdayî hatiye hûnandin û xistine nava tevgerê. Jixwe di dused salên dawiyê de ev tevgerên Îslamî ji kûrkirina pirsgirêkên civakî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn wêdetir bi roleke din ranebûn û ev jî rastiya em behsa wê dikin piştrast dike. Lewma li pêşiya kominalîzmê û neteweparêziya demokratîk astengên îdeolojîk û polîtîk in. Îslama çandî mijareke cuda ye, û di çarçoveya rêûresmê de xwedîlêderketin û parastina wê, aliyekî xwe yê manedar û erênî heye. Eger ji çarçoveya modernîteya kapîtalîst dernekeve, şerên Ereb-Îsraîl û Filistîn-Îsraîlê wê her weke şerê deve-fîl yan jî mişk-pisîkê be.
Paradîgmaya modernîteyê ya ji bo rastiyên dîrokî û civakî ya gelên Rojhilata Navîn hemûyan di cih de ye, li gorî gelên Ereb jî alternatîfa herî rast û bi hêz e. Ji bo gelan modernîteya alternatîf modernîteya demokratîk e ku ji yekparebûna tevgerên neteweya demokratîk, sosyalîst, ekolojîst, femînîst û çandî yên timî li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşiyane pêk tê."
(mh)