Li Sûdanê kanek zêran hilweşiyan: 10 kes mirin

Hate zanîn ku li bakurê Sûdanê di endama hilweşîna kaneke zêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kes birîndar bûn.

Li Sûdanê kanek zêran hilweşiyan: 10 kes mirin
20 îlon, 2026   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku du kesên ji bûyerê rizgar bûne dane AFP‘ê, li herêma Ewanî ya bakurê Sûdanê di encama hilweşîna kaneke zêran de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kes birîndar bûn.

Kesekî rizgarbûyî diyar kir ku tîmên rizgarkirinê 10 cenaze û 21 birîndar rakirine û xebatên lêgerîna binê enqazan dewam dikin.

Hefteya borî jî li herêma Kerdevanê ya Sûdanê kaneke hilweşiyabû. Di bûyerê de 82 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn.

(bb)