Îranê dronek keşfê li ser Hurmuzê xist

Artêşa Îranê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî droneke keşfê ya Orbiter li ser tengava Hurmuzê xist.

Îranê dronek keşfê li ser Hurmuzê xist
20 îlon, 2026   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Mehrê  ya Îranê, artêşa Îranê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî droneke keşfê ya Orbiter li ser tengava Hurmuzê xist.

Rêveberiya Têkiliyên Giştî ya artêşa Îranê da zanîn ku dron saet di 18.30‘an de li gorî dema herêmê hate xistin.

Di daxuyaniyê de nehat destnîşankirin ku dron aîdê kijan welatî ye.

(bb)