Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin

Li paytexta Lubnan Beyrûtê salvegera 12‘emîn a damezirandina Komeleya Newroz a Çandî û Civakî hat pîrozkirin. Di çalakiyê de bawernameyên zimanê Kurdî li şagirtina hatin belavkirin

Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
Bi boneya 12 saliya Komeleya Newroz çalakiyek hat lidarxistin
20 îlon, 2026   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi boneya salvegera 12‘emîn a damezirandina xwe çalakiyeke li paytexta Lubnan Beyrûtê li dar xist. Endamên komeleyê, nûnerên saziyên çandî û civakî û dostên Kurdan di çalakiyê de amade bûn.

Piştî axaftina bixêrhatinê, çalakî bi deqeya rêzgirtin û sirûdên neteweyî yên Kurd û Lubnanê dest pê kir.

Serokê komeleyê Cemal Hesen axivî û rêwîtiya 12 salan a kar a komeleyê, astengiyên li pêşiya wê derketin û serketinên bi dest xistine vegot. Cemal Hesen got: "Komeleya Newroz bi armanca bibe qadeke ku çand û nasnameyên mirovan bîne gel hev, çanda Kurdan li Lubnanê vejîne û bibe pira diyaloga bi civaka Lubnanê re hat avakirin."

Hesen di dewama axaftina xwe de damezrînêr, endam û dostên komeleyê silav kir, şehîd Rustem û dostên komeleyê yên şehîd bûne jî bi bîr anîn. Her wiha anî ziman ku bi domandina kar xwedî li şehîdan were derketin.

Cemal Hesen got, di qonaxa bê de divê xebata çandî û civakî were xurtkirin, beşdariya jin û ciwanan were berfirehkirin, di heman demê de eleqeya bi çand û ziman were pêşxistin.

Bi navê dostên gelê Kurd Hamo Moskoviyan jî behsa têkiliyên xwe yên bi komeleyê re û beşdariya xwe ya çalakiyên wê kir. Her wiha qala rola komeleyê di avakirina pira dostanî û hevdîtinê di navbera pêkhateyên Lubnanê de kir.

 Hamo Moskoviyan girîngiya domandina xebata ji bo aştî, wekhevî, hevgirtin û piştevaniya anî ziman.

Piştre peyama pîrozbahiyê ya Xaça Sor a Lubnanê ji aliyê Rojeh Baftîmos ve hat xwendin. Di peyamê de salvegera damezirandina komeleyê hat pîrozkirin û pesnê xebata wê hate dayîn. Her wiha serketin jê re hat hêvîkirin.

Di çalakiyê de seroka Komîteya Perwerde û Ziman a komeleyê Henan Osman jî axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdekirina zarokan li ser zimanê Kurdî. Henan Osman destnîşan kir ku zimanê dayikê beşeke bingehîn ji nasnam, bîr û çand e û got ew bi şagirtên ku beşdariya dewreyên perwerdeyê yên zimanê Kurdî bûne serbilind e.

Di dawiya çalakiyê de bawername li zarokên beşdarî perwerdeyên zimanê Kurdî bibûn hatin belavkirin û stran hatin gotin.

(bb)

ANHA