Îlham Ehmed: Parastina destkefiyên Kurdan erkekî sereke ye

Îlham Ehmed diyar kir ku temamkirina entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û saziyên wê nayê wê wateyê ku hemû dosyayên din bi dawî bûne. Her wiha destnîşan kir ku parastina zimanê Kurdî û misogerkirina mafên Kurdan di destûrê de dê di nav pêşîniyên sereke yên qonaxa bê de be, digel berdewamiya çareserkirina pirsgirêka girtiyan, vegera koçberên Serêkanyê û parastina destkeftiyên Kurdan.

Îlham Ehmed: Parastina destkefiyên Kurdan erkekî sereke ye
31 tebax, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hevpeyvînek taybet de ku roja Yekşemê ji Rojava TV hate weşandin, berpirsa Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed çend mijarên ku di hevdîtinên wan ên dawî de li Şamê hatine nîqaş kirin, bi taybetî perwerdeya bi zimanê dayikê û mafên destûrî yên Kurdan, nirixand.

Ehmed diyar kir ku nîqaşa sereke di dema borî de li ser mijara perwerdeya bi zimanê dayikê bû, hestên gelê Kurd ên li hember zimanê dayikê wekî "mafdar" nirixand, her wiha diyar kir ku "têkoşîna herî mezin dê parastina ziman û mafên Kurdan di destûrê de be."

Derbarê pêvajoya entegrasyonê de, Îlham Ehmed da zanîn ku temamkirina wê nayê wê wateyê ku hemû pirsgirêk çareser bûne û destnîşan kir ku nîqaş li ser çend dosyayan berdewam dikin, di nav de entegrasyona Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku "hîn neqediyane".

Îlham Ehmed her wiha behsa mijara dîgirtiyan kir û diyar kir ku ew "her tim di nîqaşên me de heye û qet nehatiye jibîrkirin" û da zanîn ku xebata li ser wê dê di qonaxa pêş de bi leztir berdewam bike.

Îlham her wiha destnîşan kir ku mijara guhertina navê komarê dê di çarçoveya destûrê de were nîqaşkirin.

Derbarê koçberên Serêkaniyê de, got ku vegera wan bo malên xwe dê were organîzekirin û destnîşan kir ku girîng e pirsgirêka vegerê di nav rêkeftinên ku aramiya herêmê û mafên koçberan garantî dikin de were çareserkirin.

Îlham Ehmed her wiha rexneyên ku ji hêla malbatên şehîdan ve hatine kirin nirxand û diyar kir ku "rexneyên malbatên şehîdan mafdar in," û da zanîn ku qonaxa heyî hewceyê xwe-nirxandinê û vegera sozên ku ji hêla hêzên Kurd ve hatine dayîn e.

Îlham Ehmed di dawî de got "em ê pabendî soza ku me daye şehîdên xwe bimînin" û destnîşan kir ku Kurd di qonaxek hesas re derbas dibin ku hewceyê xebata ji bo parastina " destkeftiyên" ku di salên dawî de hatine bidestxistin e.

(k)

ANHA