Apê Mûsa li ser gora xwe hat bîranîn

Zanyarê Kurd û rojnemevan Apê Mûsa li ser gora xwe ya li Nisêbînê hat bîranîn. Di bîranînê de hat diyarkirin ku tovê ku wî çandiye bi Çapemeniya Azad re mezin bûye.

Apê Mûsa li ser gora xwe hat bîranîn
20 îlon, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger û nivîskar Apê Mûsa (Mûsa Anter) ê ku di 20‘ê îlona 1992‘yan de li kolana 442‘yan a taxa Cumhuriyetê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji aliyê JÎTEM‘ê ve hatibû qetilkirin, bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û MEBYA-DER‘ya Mêrdînê ve li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîleyê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat bîranîn.

Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên Çapemeniya Azad, kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter axivî û got ku vaye 34 salan in Mûsa Anter nehatiye jibîrkirin û wiha axivî: “Dîroka Çapemeniya Azad xwe dispêre dîrokek dirêj. Di vê dîrokê de Apê Mûsa xwedî cihek girînk e. Bavê min tovek çand û îro ev tov mezin bûye.

Piştî Dîcle Anter, Parlementerê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan destnîşan kir ku Mûsa Anter jiyana xwe fedaî gelê Kurd kiriye û wiha got: “Gotinên te, nivîsên te wê hertim bijîn û rê nîşanî me bidin. Rehet rakeve şopdarên te ala te.‘‘

Hunermend Mazlûm bîranîn xwe yên bi Mûsa Anter re vegot û bîranîn bi stranên Koma Rengîn bi dawî bû.

Hevseroka DFG‘ê Kesîre Onel diyar kir ku Mûsa Anter li gel Çapemeniya Azad dijî û wiha axivî: “Îro Mûsa Anter di hişê me hemûyan de ye. Xebatkarên Çapemeniya Azad di şertên giran de mîrateya Mûsa Anter hildigire.