Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir. Di heman demê de li dijî gefeke muhtemel a Hizbullahê hêza xwe li eniya bakur seferber kiriye.

Îsraîlê êrişî başûrê Lubnanê kir
20 îlon, 2026   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê gelek herêmên başûrê Lubnanê bombebaran kirin û li dijî gefeke muhtemel a Hizbullahê hêzên xwe li eniya bakur seferber kiriye.

Li gorî ajansê, derdora bajarokên Zûter a rojhilat, Mifêdûn û bajarokê El Mensûrî hatin hedefkirin, di encama avêtina bombeyên fosforî de şewat li zeviyên zeytûnan û baxçeyên li derdora Mecel Zon û Biyût El Seyad  de çêbû.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku li ser raporên li ber dest ku Hizbullahê ji nû ve xwe bi rêxistin û bi çek dike, artêşa Îsraîlê rewşa amadebaşiyê li eniya bakur ragihandiye. Li gorî desteyê, artêşê yekîneyên yedek seferber kiriye û planek pêşgirtinê li êrişan hazir kiriye.

Desteyê da zanîn ku artêşê heya niha li eniyê tevgerên hêzên Hizbullahê yên ku rasterast gefan çêdikin tesbît nekiriye.

(bb)