ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-09-2026
21 îlon, 2026   02:00

Xwendekarên jin gotin ji mafê wan e ku bi zimanê dayikê bixwînin û ji hikûmeta veguhêz daxwaz kirin ku li biryara Wezareta Perwerde vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di pirtûka `Li Ser Rêya Azadiyê` de çîroka 18 dayikên şehîdan ku di Tevgera Azadiyê û Şoreşa Rojava de tê koşiyane, hatiye nivîsandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Şepêla Çaksaz a Sûriyeyê Şikrî Şêxanî têkildarî hewildanên derxistina pêş a tayifî, neteweyî û zimanê nefretê hişyarî da, daxwaz kir ku divê aştiya di navbera şêniyan de û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de bê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Hesekê ava Elok nagihîje hemû kolanên taxa El Nasira, El Kebabe, El Zihûr, El Salihiyê û El Miftî, Şîrketa Giştî ya Avê jî got ew pirsgirêkê dişopînin û dê çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê merasîma bîranîna şehîd Dîlan li taxa Kelasê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya çalakiyên redkirina biryara Wezareta Perwerdehiyê ya sînordarkirina zimanê Kurdî de, Akademiyên Lêkolînên Zanistî daxuyaniyekê li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê dide 10.00‘an. Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê jî daxuyaniyekê li navenda xwe dide, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cenazeyê şehîd Diyar Xemgîn bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Xebat tê veşartin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

(bb)