Salvegera PYD‘ê li Lubnanê hat pîrozkirin

Koordînasyona PYD‘ê ya Lubnanê bi boneya salvegera 23‘emîn a damezirandina partiyê çalakiyek li dar xist.

Salvegera PYD‘ê li Lubnanê hat pîrozkirin
20 îlon, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 23‘emîn a damezirandina partiyê çalakiyek li Beyrûtê li dar xist. Endamên partiyê û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Endama PYD‘ê Mêrvet Hemo rêwîtiya PYD‘ê, qonaxên siyasî û rêxistinî yên tê re derbas bûne, her wiha mercên PYD‘ê tê de ava bûne şîrove kirin û got, partiyê bedelên giran dane.

Endamê PYD‘ê Siyamend Hemo jî rewşa siyasî nirxand û pêvajoyên PYD‘ê tê re derbas bûne vegot.

Endamê PYD‘ê Murad Îbrahîm jî behsa rewşa Kurdan di serdema rejîma Baasê de, siyaseta kembera Erebî, bûyera Qamişloyê ya 2004‘an, girtina çalakvan û endamên partiyên siyasî kir.

Piştî axaftinan sînevîzyoneke der barê têkoşîna PYD‘ê de hat pêşandan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA