Pirtûka "Li ser rêya azadiyê" hate îmzekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan şahiya îmzekirina beşê yekem a pirtûka "Li ser şopa azadiyê, dayikên ji Rojava" li dar xist.

19 îlon, 2026   13:56
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê îro (şemiyê) bi boneya îmzekirina pirtûka "Li ser şopa azadiyê, dayikên ji Rojava" şahî organîze kir. Şahî li hola civînan a Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê hate birêxistinkirin. Pirtûk ji aliyê Ciwan Omer ve hatiye nivîsandin. 

Piştî deqeyekê rêzgirtine Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê Masûm Hesen axivî û got: "Belgekirina têkoşîna dayikên şehîdan gelekî girîng e. Dayik di destpêka avabûna Tevgera Azadiyê de bi Rêber Apo re têkoşiyan, li Rojava kedekî mezin dan û berpirsyarî rakirin."

Her wiha nivîskar Ciwan Omer axivî û got: "Ji bo ked, fedakarî û têkoşîna dayîkan were belgekirin, min pirtûk nivîsand. Di beşê yekem ê pirtûkê de me li ser rêwîtiya dayikên şehîdan ên Rojava û rolê wan di Tevgera Azadiyê de û Şoreşa Rojava de anî ziman û di beşê dîtir de em ê çîroka têkoşerên jin û dayikên Şehîdan binîvsînin."

Di dawiya şahiyê de beşê yekem ê pirtûkê yadîgarî dan dayikên ku çîroka wan di beşê yekem ê pirtûkê de hatiye nivîsandin, Konga Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), hinek ji dezgehên raghandinê, arşîva Meclisa Malbatên Şehîdan û gaziyên şer.

(np)

ANHA