Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Kobanê 4 kesên bazirganiya hişbirê dikirin û hişbirê bi kar dianîn girtin, her wiha dizekî telefonan jî girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bazirgên hişbirê û dizek girtin
26 cotmeh 2023   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya şopandinên rojane ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo sînordarkirina kiryarên bazirganî û bikaranînên hişbirê pêk tîne de hêzan hewldanên xwe yên meydanî ji bo aşkerakirina nasnameyên kesên têkiliyên wan bi bazirganiya hişbirê, bikaranîna wê hene re, zêde kirin.

Di encama lêpirsînên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anîne de gelek kesên bazirganiya hişbirê dikin li Kobanê û Qamişlo hatin girtin. Rûpela fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hûrgiliyên operasyona pêk anîne aşkera kirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di 20′ê Cotmehê de Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê li gundê Qadiriyê yê Kobanê 3 bikarhênerên hişbirê girtin.

Li gorî agahiyên ji Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê re hatine, ku 3 kes li gundê hişbirê bi kar tînin, bi wê re endamên hêzê operasyona lêgerîn û lêpirsînê pêk anîn, dûre ew 3 kes girtin.

Hêzên Têkoşîna Dijî Madyên Hişbirê li gel wan 3 kesan 25 gram û 85 mm madeya H-Boz girtin û rakirina Desteya Serdozgeriyê ya Giştî ku tedbîrên qanûnî li dijî wan bên kirin.

Li gorî navendê, di 21′ê Cotmehê de hêzê bikarhêner û bazirganê hişbirê li Qamişloyê girt. Ew yek di çarçoveya şopandin û serdegirtina dosyaya bikarhêner û baziganiya hişbirê de ji hêla Hêzên Têkoşîna Dijî Madyên Hişbirê de pêk hat. Hêz ew kes li mala wî ya li taxa Qenat Siwês bi operasyoneke serdegirtinê, girt.

Hêzê li gel wî 70 gram ji madeya Crystal û 16 hebên hişbirê girtin.

Li aliyekî din jî li gorî navendê, hêzê di 14′ê Cotmehê de li bajarokê Mensora ya Tebqayê dizekî telefonan girt, li gel wî 22 telefon, 100 dolar û 3 sîmên telefonan ên RCELL hebûn û desteser kirin.

(fr)