Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike

Hozan Emîn piraniya temenê xwe bi xwedîkirina hespan derbas kiriye. 40 hespên wî hene ku di gelek pêşbaziyan de beşdar bûye.

Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike
Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike
Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike
Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike
Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike
Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike
Çîroka hespvanekî ku 30 sal e hespan xwedî dike
18 îlon, 2026   07:55
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Li ser rêya Aliyan a li bakurê bajarê Girkê Legê yê herêma Cizîrê, Hozan Emîn (47) piraniya dema xwe di nava hespên xwe de derbas dike. Hesp bûne beşeke sereke ya jiyana wî. Ji ber ku wî nêzîkî 30 salan ji bo xwedîkirin û lênêrîna wan veqetandiye kiriye û bi vî awayî hezkirineke ku ji bav û bapîrê xwe wergirtiye, didomîne.

Emîn xwediyê çewlikeke taybet e ku tê de nêzîkî 40 hesp hene û ew rojane li wan dinêre. Emîn diyar kir ku têkiliya wî ya bi hespan re ne wekî karekî bazirganiyê dest pê kiriye, lê ev hezkirin di zarokatiya wî de çêbûye û bi derbasbûna salan re veguheriye hobiyekê.

Emîn diyar kir ku hezkirina wî ji bo hespan di zarokatiyê de dest pê kiriye, ev hewes bi demê re bi wî re mezin bûye û di dawiyê de bûye beşeke jiyana wî.

Emîn destnîşan kir ku ji bo wî xwedîkirina hespan qet ne li ser bazirganî yan qezencê bû, lê hesabkirina wê di aliyê bazirganî de pir caran dibe sedema windakirina darayî, ji ber lêçûnên bilind ên bi xwarin, derman û lênêrîna domdar ve girêdayî ne.

Nêzîkî 30 salan, Hozan Emîn hespan xwedî dike, ezmûnek berfireh di birêvebirina wan de û têgihîştina hewcedariyên wan ên taybetî, şert û mercên tenduristiyê yên curbicur de ava kiriye.

Emîn anî ziman ku xwedîkirina hespan ne ew qas hêsan e ku weke hin kes difikirin, ew dem, hewldan û pisporiyê hewce dike; ji dabînkirina xwarinê û lênêrîna rojane bigire heya perwerdekirin û şopandina tenduristiya hespan.

Emîn girîngiyeke taybet di hespên ew xwedî dike xw dibêje ew pir pê ve hatiye girêdan, heta navên zarokên xwe li hinan kiriye.

Emîn van hespan tenê wek heywanên kedîkirî nabîne, berevajî vê ew wan wek beşeke mîrateya malbatê dihesibîne; mîrateyek ku tevî hemû zehmetiyan, wî teşwîq dike ku vî kar û barî bidomîne.

Ezmûna Emîn bi xwedîkirina hespan li mezreya xwe sînordar namîne. Ew bi wan re beşdarî pêşbaziyên lezê yên cihêreng ên li Sûriyeyê bûye û diyar kir ku çend hespên wî di van pêşbaziyan de serkeftin bi dest xistine.

Emîn van pêşbaziyan wekî berdewama hezkirina xwe ya kûr a ji bo hespan dibîne û derfetek ji bo nîşandana şiyanên wan û bikaranîna ezmûna xwe ya berfireh di warê zêdekirin û rahênankirina wan de dibîne.

Li gorî Emîn xwediyên hespan rûbirûyê zehmetiyên darayî yên zêde ne bi taybetî jî zêdebûna lêçûnên xurek, derman û tedawiyên veterîneriyê, ligel mesrefên lênêrîna rojane.

Emîn destnîşan kir ku berî 2011’an, cotkar gelek awayên piştgiriya hikumetê werdigirtin; wek dabînkirina xwarinê bi nîv bihayê. Lê belê di salên dawî de ev piştgirî kêm bûye û lêçûnên xwedîkirina hespan bi zêdebûnî li ser cotkaran bi xwe ne.

Di dewama axaftina xwe de Emîn got derman û lênêrîna veterîneriyê hin ji lêçûnên wî yên herî giran temsîl dikin, lê belê ezmûna ku wî di salên xwedîkirina hespan de bi dest xistiye dihêle ku ew gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên ku ew pê re rû bi rû dimînin bi karanîna çavkaniyên xwe fam bike û bi rê ve bibe, bi vî rengî lêçûnên dermankirinê kêm dike.

Tevî lêçûnên zêde yên xwarin û dermanan, Emîn da zanîn ku van şert û mercan nehiştiye ku ew dev ji xwedîkirina hespan berde û hewesa wî ya jiyanê ji bo hespan ku di zarokatiya wî de dest pê kir wekî her dem xurt dimîne.

Hozan Emîn destnîşan kir ku ev hest bi derbasbûna salan re kêm nebûye, berevajî vê bi her roja ku ew di nava hespên xwe de derbas dike, ev hest xurttir dibe û pabendbûna wî ya ji bo parastina wê mîrateya ku ji bav û bapîrê wî maye, piştrast dike.

(f)

ANHA