Desteya Rûspiyên Cizîrê: Divê zimanî Kurdî bibe zimanekî fermî

Rûspiyên herêma Cizîrê diyar kir ku pêdiviya parastina zimanê dayikê bi planeke perwerdehiyê ya berfireh heye û daxwaza fermîkirina zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de kirin.

Desteya Rûspiyên Cizîrê: Divê zimanî Kurdî bibe zimanekî fermî
20 îlon, 2026   06:51
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Endamên Desteya Rûspiyên Cizîrê biryara wezareta perwerdeyê ya perwerdehiya bi zimanê Kurdî di hefteyê de 3 wane tenê red kir û diyar kir ku biryar biçûkxistina mezinahiya pêkhateya Kurd, mîrasa wî ya çandî û zimanî li herêmê ye. 

Endamê desteyê Hember Hesen diyar kir ku daxwaza zimanê Kurdî ji wê yekê dest pê dike ku Kurd gelekî xwedî ziman, çand û nasnameyê ye û ev maf divê li ber çavan bên girtin, ji ber mafên bingehîn in, ne minet an jî xêrxwaziyek e.

Hesen destnîşan kir ku xwendekarên Kurd bi dirêjahiya 14 salan heta zanîngehê bi zimanê Kurdî xwendine û daxwaza naskirina zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de kir. Her wiha got pêdiviya avakirina Sûriyeya nû bi naskirina mafên tevahî pêkhateyan heye.

Hesen sînordarkirina waneyan rexne kir û got, 3 wane di hefteyê de hewcedariyên xwendekaran dabîn nakin û anî ziman ku guhertina ji nişka ve ya mataryalan wê bandorê li xwendekarên Kurd ên ku bi zimanê Kurdî xwendine bike.

Hesen diyar kir ku Kurd beşek ji mozaîka Sûriyeyê ne û hêvî dikin ku di Sûriyeya nû de siberojek baş hebe.

Endamê desteyê Îbrahîm Gulo jî got: “Axaftin û hînbna bi zimanê dayikê mijareke xwezayî ye. Ger hînbûna çi zimanî were înkarkirinê mijareke li dijî maf û zagonên olî ye. Înkarkirina zimanê gelekî înkarkirina wî gelî bi tevahî ye. Di dema rejîma Baasê em bi dizî hînî zimanê Kurdî dibûn û gelek kes ji ber sedemê hatin girtin jî.”

Gulo diyar kir ku “Em li herêmê gelekî kevnar in û xwedî hemû hêmanan in. Wek gel me bi hezaran şehîdan heta ku em gihîştin mafê xwe. Îro jî ger em vê hikumetê qebûl dikin, li ser bingeha bibe hikumetek adile û mafên tevahî pêkhateyan bi taybet gelê Kurd biparêze em qebûl dikin. Ger mafê gelê Kurd neyê parastin aramî li Sûriyeyê pêk nayê.”

Endamê desteyê Mihemed Salih Niimê jî got zimanê Kurdî nûneriya nasnameya gelê Kurd dike û ev li gotinên xwe zêde kirin "Em biryara 13’an a der barê zimanê Kurdî de têrker nabînin ku zimanê me yê dayikê diparêze. Ji wê zêdetir divê zimanê Kurdî wekî mataryalê giştî bikeve destûra Sûriyeyê.”

Niimê wiha li gotina xwe zêde kir: “Me hêvî dikir ku îsal mafê xwendekarên Kurd ên hînbûna bi zimanê wan ê dayikê were dayîn, nemaze li deverên piranî Kurd û divê fedakariyên gelê Kurd di ber çavan re werin girtin.”

Niimê di dawiyê de got pêwîstî bi çareserkirina pirsgirêkê heye ku mafên gelê Kurd bi taybet mafê hînbûna bi zimanê Kurdî were misogerkirin û pirsgirêka hînbûna bi zimanê Kurdî li pêş berdewama rêveçûna entegrasyonê nebe astengî.

(f)

ANHA