Peyamên Rûsyayê ji Tirkiyeyê re li Idlibê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê di mijarên xwe de behsa rageşiya Rûsyayê li bakurê Sûriyeyê, rêveçûna pêşdeçûnên li Xezayê û têkiliya PDK′ê bi dewleta Tirk re kir.

Peyamên Rûsyayê ji Tirkiyeyê re li Idlibê rojeva rojnameyên erebî ye
26 cotmeh 2023   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Wetenê bi sernavê ′Peyamên Rûsyayê ji Erdogan re li Idlibê nûçeyeke nivîsî. Rojnameyê behsa rageşiya ku hikumeta Şamê û Rûsyayê li Idlibê pêk tînin kir. Rojnameyê hedefgirtina nuqteyên çeteyên ′Cebhet El Nusra′ û komên din li Sehil El Xab û gundewarên Idlibê ji hêla hikumeta Şamê ve bi geşekirina Rûsyayê ya amadekariya xwe ya leşkerî li derdora herêma ′bêçek′ girê da. Li gorî rojnameyê ew peyamek ji rêveberiya serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ku divê lihevkirinên dualî bi Moskovê re yên taybet bi herêmê pêk bîne.

FIŞARÊN AMERÎKAYÊ YÊN DERENGIXISTINA OPERSYONA BEJAHÎ LI XEZAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rêveçûna pêşdeçûnên li Xezayê raporek nivîsî. Rojnameyê di rapora xwe de diyar kir ku di demekê zextên ji bo ragihandina ′agirbestê′ li Xezayê zêde dibin ku zêdetirî 2 hefteyan Îsraîlê topbaran dike, nîşaneyên nû yên xeteriya pêkanîna şerekî fireh li herêmê heye, ew yek hemwextî raporên li ser derengxistina operasyona bejahî ku Îsraîlê nîşan dide li dijî Xezayê pêk bîne pêk tên. Lê ruxmî giştîbûneke Îsraîlê çi fermandarên siyasî yan leşkerî yên gel heye ku divê operasyoneke bejahî li dijî Xezayê pêk bê, lê agahiyên li Til Avivê heye teqez dikin ku rêveberiya Amerîkayê dixwaze operasyonê heta bidawîbûna çareseriya doza dîlgirtiyan dereng bixe.

GEL JI PIŞ PDK′Ê VEDIKIŞE

Rojnameya El Ereb li ser mijarê destnîşan kir ku li hember koordîna û hevkariya di navbera dewleta Tirk û PDK′ê de bi serkêşiya ferdên malbata Barzanî rexneyên Kurdên li herêmê yên li hundirê Iraq û derveyî wê hene, her wiha ew bi ′xiyanet û tevkariyê′ li dijî welatiyên yek neteweyê jî tê binavkirin. Bi taybet dema mijar girêdayî koordînaya ewlehî û îstîxbaratî ya her du aliyan be.

(fr)