Amedspor di Lîga Super de bû yekem

Di hefteya 6‘emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedsporê li Stada Tahîr Elçî ya Amedê Beşîktaş jî têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn.

Amedspor di Lîga Super de bû yekem
20 îlon, 2026   23:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya 6’an a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor di qada lîstika xwe de mêhvandariya Başîktaşê kir.

Bi destpêkirina lîstikê re di kêliya 13’an de Gîft Orban golek avêt, peyre di deqa 21’ê de Dîa Saba gola duyem kir.

Di navbera duyem de Beşkîtaşê di deqeya 55’an de Vlahovîc golek avêt. Pişt vê golê bi 4 deqeyan Amedsporê golek din avêt û skor bû 3-1.

Di deqeya 84’an de tevî ku lîstikvanê Amedsporê Cisse qerta sor girt û derketibe jî lîstik di destê Amedsporê de ma.

Piştî dema asayî ya lîstikê qediya 6 deqe zêde hate dayîn û di vê demê de bi panaltiyê Beşîktaşê kir 2-3.  Lê vê yekê jî Beşîktaşê rizgar nekir. Bi vê yekê re Amedspor bi 13 puanan bû serkêşê Super Lîgê.

Wê Amedspor di 10’ê Cotmehê de biçe ji Genclerbiligiyê re.