Siyasetmedarekî Lubnanî: Aramî gengaz e û Hizbullah di hevkêşiya bê de dimîne

Siyasetmedarekî Lubnanî diyar kir ku rewşa Lubnanê bi gavên hêdî û hişyar ber bi qonaxeke aramî û aştiyê ve diçe. Niha agirbestek heye ku hêj didome, lê îhtîmala bilindbûna aloziyê dîsa jî vekirî ye. Hizbullah cihê xwe wekî aliyekî sereke yê her çareseriyeke pêşerojê xurt kir. Lê dosyeya çekên wê hêj jî mijara nîqaşê û çareserkirinê ye.

Siyasetmedarekî Lubnanî: Aramî gengaz e û Hizbullah di hevkêşiya bê de dimîne
19 hezîran, 2026   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lubnan di van deman de di rewşeke aramiya hişyar de ye. Ji aliyekî ve aramî heye, lê ji aliyê din ve gelek hêviyên siyasî û ewlekarî li derdora wê hene. Sedema vê jî guherînên li didomin û mijarên Lubnanê bi pêşveçûnên derdorê re tevlihev bûne. Hin nîşan aşkera dikin ku piştî salên aloziyê, aramiyeke nisbî dest pê kiriye. Lê ji bo ku aramî bibe mayînde, pêdivî bi çareseriyên siyasî û ewlekarî heye. Ev mijar di nava Lubnanê de û ji derveyî welêt jî tê nîqaşkirin ka dê hevsengiyên nû yên li welêt çawa bibin.

Di vê çarçoveyê de, Sekreterê Giştî yê Konferansa Daîmî ya Federalîzmê û siyasetmedarê Lubnanî Dr. Alfred Riyashî diyar kir ku dîmena Lubnanê ber bi aştiyê ve diçe, lê bi gavên hêdî û hişyar. Riyashî destnîşan kir ku "agirbesta niha bi rengekî nisbî aram xuya dike", her çend hîn jî gelek îhtîmalên vekirî ji bo pêşveçûnên qonaxa pêşerojê hene.

Riyashî got ku pabendbûna aliyên pevçûnê, bi taybetî jî yên ku bi Pasdaranê Îranê ve girêdayî ne, alîkariya zêdekirina derfetên berdewama aramiyê kiriye. Riyashî bal kişand ser vê yekê ku ev rêveçûn, piştî kuştina berpirsê Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî, pir hêsantir bûye. Ji ber ku ew wekî yek ji sembolên dawî yên rejîma kevn dihat dîtin.

Têkildarî cihê Hizbullahê piştî şer, Riyashî destnîşan kir ku Hizbullah karî hebûna xwe ya siyasî xurt bike û ji xwe re kursiyek li ser maseya her danûstandin an çareseriyên pêşerojê yên bi Îsraêlê re bi dest bixe. Ev yek Hizbullah dike aliyekî sereke yê diyarkirina dîmenê qonaxa pêşerojê, hem di nav Lubnanê de hem jî li asta herêmî.

Der barê dosyeya çeka Hizbullahê de, Riyashî anî ziman ku ev dosye hêj jî ji bo nîqaşên navxweyî û herêmî vekirî ye. Îranê soz daye ku li ser çareserkirina vê pirsgirêkê bixebite, bi taybetî jî li ser çekên giran. Lê belê tercîh e ku çekên takekesî û navîn dê di destê Hizbullahê de bimînin, wekî ku hin hêzên partiyên din ên Lubnanê jî xwediyê wan in. Riyashî da zanîn ku nîqaşên li ser vê dosyeyê hêj didomin, bi nîşanên ku Îran bi cidî li çareseriyekê digere.

Girêdayî pirsgirêkên herî mezin ên ku Lubnanê di qonaxa pêşerojê de rû bi rû ye, Riyashî balê dikişîne ser vê yekê ku welat dê li pêşberî mafên girîng ên siyasî ye, dibe ku guhertinên bingehîn ên hikumetê ferz bikin, li kêleka wan jî astengiyên birêvebirina pêvajoya veguhastinê heye û divê Lubnanê di danûstandinên guherînên nû de ji binkeftinê dûr bikeve. Di warê aborî de, Riyashî got ku dê rola dewletê ji bo kişandina veberhênan û vejandina aboriyê girîng be. Hin nîşane hene ku veberhênanên ji Qeter, Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dikarin werin, di nav hevkariyên ku aliyên aborî û stratejîk bi hev re digirin, bixebitin.

Li gorî Dr. Alfred Riyashî, paşeroja Lubnanê dê bi şiyana hêzên siyasî ve girêdayî be ku "aramiya niha" bi kar bînin û wê veguherînin aramiyeke domdar, di heman demê de dosyeyên ewlekarî û aborî yên neçareserkirî jî çareser bikin. Ev yek dê derî ji bo qonaxeke nû ya avakirina dewletê û xurtkirina hebûna wê li hemû beşan veke.

(fr)

ANHA