Lihevkirina ewlehiyê ya Bexda û Şamê: Nîşaneyeke sexte bi dehfa Îranê ye

Nivîskar û siyasetmedarê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Bexda û Şamê de, "nîşaneyeke sexte" ya têkoşîna li dijî narkotîkê û terorê ye. El Siwêd di heman demê de got Tehranê dehf daye her du aliyan ji bo ku vê gavê biavêjin, ji ber ku biryara herduyan jî di destê Îranê de ye.

Lihevkirina ewlehiyê ya Bexda û Şamê: Nîşaneyeke sexte bi dehfa Îranê ye
Lihevkirina ewlehiyê ya Bexda û Şamê: Nîşaneyeke sexte bi dehfa Îranê ye
17 gulan 2024   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN
CÛDÎ ÎSMAÎL 

El Siwêd têkildarî îmzekirina Şamê ji lihevkirineke ewlehiyê re li gel Bexdayê ji ajansa me re axivî û got: "Nîşaneyeke sexte ye. Bi rêya wê dixwazin bêjin di aliyê têkoşîna li dijî narkotîkê û terorê de, ji aliyê hikumeta Şamê ve gav tê avêtin. Wê demê tu hincet li cem dewletên Ereban ên ku jê tê xwestin bi Şamê re normalize bikin, namîne."

Wezîrê Karên Hundir ê Iraqê Ebdulemîr El Şemrî û hempîşeyê wî yê hikumeta Şamê Mihemed El Rehmûn 12`ê Gulanê lihevkirina ewlehiyê îmze kir. Ew lihevkirin bi "asta herî bilind" hate wesifandin. Lihevkirin ji 5 beşan pêk tê. Jê; xurtkirina hevkariyê di qada têkoşîna li dijî terorê de, sûcên ser sînor, qaçaxcîtiyê, bazirganiya mirovan, ewlehiya sîbranî, sûca birêxistinkirî, radestkirina sûcdaran û pereyên nerewa."

El Siwêd destnîşan kir ku Îranê dehf daye her duyan ku vê lihevkirinê îmze bikin. Ji ber ku biryara her duyan jî şertgirî biryara Îranê ye.

Beriya îmzekirinê, li ser asta ewlehî û leşkerî gelek civîn di navbera Iraq û hikumeta Şamê de li dar ketin. Herî dawîn di Nîsanê de li Şamê civîn hat lidarxistin.

Li gorî El Siwêd, taktîkên Îranê û hikumeta Şamê bi ser ketin û wiha domand: "Li şûna rêbazê fişara şeklî ji aliyê dewletên Ereban ên ku neçar in bi hikumeta Şamê re normalize bikin, gav tên avêtin. Wisa xuya dikin ku El Esed hikumeteke xwedî pîvan bi rê ve dibe ku dikare lihevkirinên navneteweyî yên têkildarî têkoşîna li dijî sûcan û terorê îmze bike."

Di gelek raporên çapemeniyê de tê destnîşankirin ku Sûriye bûye jêdera herî mezin a keptagonê. Li gorî daneyên hikumeta Brîtanyayê, Sûriye nêzî ji sedî 80 ji berhema cîhanî ya keptagonê hildiberîne.

Çavdêran, îmzekirina lihevkirinê bi însiyatîfa erebî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ve girê da û destnîşan kir ku berdewama hin bendên însiyatîfê ye.

Têkildarî wê, El Siwêd got: "Vexwendina El Esed ji bo ku tev li lûtkeya Erebî be, hebûna komîteya peywendiya erebî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bê wate, dihêle. Normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re dê berdewam bike."

(şx)

ANHA