Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê 

Di 15 saliya xwe de fêr bû ku Kurd e û zimanê wê Kurdî ye. Ji wê rojê ve jî dest bi têkoşînê kiriye û di vê oxirê de 2 şehîd dane. Li gel fêrbûna zimanê Kurdî, zêdetirî 40 salan e, bi rengên cuda têdikoşe.  

Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê 
17 gulan 2024   06:06
QAMIŞLO
SILAVA EBDILREHMAN

Di Cejnek nû ya Zimanê Kurdî de, Dayika Delal Bedûr zimanê xwe yê ku heta 15 saliya xwe qet haya wê pê tune bû, êdî dixwîne û dinivîsîne. 

Delal Bedûr di sala 1960’an de li Şamê hatiye dine. Malbata wê li gundê Dar El-Yus ê girêdayî bajaroka Silinfê yê Latkiyê ye. Ji ber ku bavê wê karmendê dewletê bû û li Şamê erkdar bû, malbata wan demekê li Şamê maye û Delal jî li wir hatiye dine.

Lê Delal Bedûr bi eslê xwe Kurd e û malbata wê di dema Selehedînê Eyyûbî de ji navçeya Pirsûs a Rihayê çûye herêmê. Li gorî gotina wê mala wan jî li nêzî Kelehe Selehedîn (Sehyun) a li nêzî Dar El-Yus bûye.

Tişta Delal Bedûr kiriye mijara nûçeya me ew e ku heta 15 saliya xwe nezaniye ku ew Kurd e. Xwe wekî Ereb dîtiye û zimanê Kurdî qet nezaniye. 

KURDÎNIYA XWE BI STRANEKÊ NAS KIR

Delal Bedûr dibistan li Şamê heta refa 9’an xwendiye. Di 15 saliya xwe de dema li bazara Şamê xwestiye kasetek hunermenda Ereb Um Kelsum bistîne, li dikanê dengê stranek bi zimanekî din dibihîse. Ev ziman heta niha nebîstibû, lê stran gelekî bandor li wê kiriye. Delal hestên xwe yên wê demê wiha anîn ziman: “Tevî ku min ji gotinên wê fêm nedikir jî, pê hesiyam ku stranê bandor li hestên min kiriye.” Di demê de ji dikandar pirs kiriye ka ev hunermend kî ye û zimanê wî çi ye. Fêr dibe ku strana guhdar kiriye strana bi navê, “Wey li min wey li min/ kî dibê Kurd nezan e” ku hunermend Şivan Perwer dibêje ye. 

Piştî guhdarkirina stranê vegeriyaye malê û ji bav û baqîrê xwe pirs kiriye. Li ser vê yekê fêr bûye ku ew Kurd in, di dema Selehedînê Eyûbî de çûne Latkiyeyê. Delal Bedûr ji vê kêliyê ve jî dest bi lêgerîna têgihîştina nasname û çanda xwe kiriye. 

Piştî refa nehan a disbistanê dest ji xwendinê berdaye, lê li Beşa Wêjeya Firansî ya Zanîngeha Dîmeşq wekî katib (Nivîsvan) dest bi kar kiriye. Di vê demê de (1978) jî xwendekarê Kurd ê bi navê Cemaledîn Elo ku li heman beşê dixwend nas kiriye. Li gel vê naskirinê bi riya Cemaledîn û xwendekarên din ên Kurd derbarê Kurd, Kurdistan û çanda kurdî de zêdetir bûye xwedî agahî. Bi gotina Delalê, heta wê demê nezaniye ku welatekî bi navê Kurdistan heye. 

NASKIRINA TEVGERA AZADIYÊ

Delal Bedûr, di sala 1981’an de bi Cemaleddin re di zewice û li gundê Dar El-Yus bicîh dibin. Lê xebata wê ji bo zimanê Kurdî berdewam kiriye; bi alîkariya hevjînê xwe hêdî hêdî dest bi axaftina Kurdî kiriye. Ji bo karê xwe jî her diçe Şamê û tê. Di vê navberê de bi riya hevjînê xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û tevlî xebatan bûye. Sala 1992’yan li Şamê tevlî perwerdeya zimanê Kurdî bûye.

ŞEHADET Û PÊVAJOYA ŞOREŞÊ

Delal Bedûr ku 4 zarokên wê hene, di sala 1997’an de wekî malbatî li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bicîh bûye. Li vir jî bi hevjînê xwe re tevlî xebatên têkoşîna azadiyê bûye. Hevjînê wê Cemaleddîn Elo sala 1995’an tevlî refên ARGK’ê dibe û sala 2004’an şehîd dibe. 

Piştî şehadeta Cemaledîn, dayika Delal hîn zêdetir tevlî xebatan bûye û zimanê Kurdî baştir fêm bûye. Di sala 2010’an li Qamişlo tevlî perwerdeya zimanê Kurdî ya ku bi awayekî veşartî hatibû dayîn, bûye û êdî karibûye bi Kurdî bixwîne û binivîse. Her wiha fêrî zarokên xwe jî kiriye.

Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) re jî di nava Meclisa Meclisa Malbatên Şehîdan de cihê xwe girtiye. Kurê wê Mihemed Cemal Elo (Cemşîd Qamişlo) jî tevî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe. Cemşîd Qamişlo di sala 2015’an li herêma Kobanê şehîd dibe.

Dayika Delal 13 salan di Meclisa Malbatên Şehîdan de kar meşandiye û niha jî di karên komînan de xebata xwe didomîne. 

PÊWENDIYA BI MALBATA WÊ RE

Dayika Delal 27 sale li Qamişlo dijî, lê pêwendiya bi malbata xwe ya li Latkiye re jî qut nekiriye. Bi riya telefonê her tim pirsa wan dike. Her çiqasî malbatê jî xwestiye werin Qamişlo, lê derfet peyda nekiriye. 

‘DIVÊ HEMÛ KES ZIMANÊ XWE FÊR BIBE’

Dayika Delal, dibêje jiyana wê hemû bi têkoşînê derbas bûye û di fêrbûna zimanê xwe jî gelek zehmetî kişandine, lê serkeftina têkoşînê hemû zehmetiyan dide jibîrkirin. Delal Bedûr, xwest ku hemû kes zimanê xwe fêr bibe û got: “Hêvîdar im ku hemû gel bi hev re tevbigerin da ku azadiya xwe bi dest bixin, zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û bi çanda xwe bijîn. Divê em ji têkoşînê sûd werbigirin, fersenda me heye ku em bigihîjin armanca xwe ya azadiyê.”

(a)

ANHA