ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-05-2024
17 gulan 2024   02:00

Endamên komîteyên malbatên şehîdan ên Kantona Firadê û bajaroka Çelebiyê, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ditirse, lewma tecrîda giran dide meşandin, lê ew ê jî heta pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe têkoşînê mezin bikin.

Xwişka şehîdeke komkujiya Hewlêrê Zerge Temo soza şopandina rêya şehîdên têkoşînê da û bang li Kurdan kir ku guh nedin dû xiyanetê û got: "Xiyanet dê bê ceza nemîne û em ê tola şehîdên xwe hilînin.

Li bajar û bajarokên kantona Dêrazorê 18 lijneyên hilbijartinan hatin avakirin.

Di 15 saliya xwe de fêr bû ku Kurd e û zimanê wê Kurdî ye. Ji wê rojê ve jî dest bi têkoşînê kiriye û di vê oxirê de 2 şehîd dane. Li gel fêrbûna zimanê Kurdî, zêdetirî 40 salan e, bi rengên cuda têdikoşe.  

Nivîskar û siyasetmedarê sûriyeyî Elî El Emîn El Siwêd diyar kir ku lihevkirina ewlehiyê ya di navbera Bexda û Şamê de, "nîşaneyeke sexte" ya têkoşîna li dijî narkotîkê û terorê ye. El Siwêd di heman demê de got Tehranê dehf daye her du aliyan ji bo ku vê gavê biavêjin, ji ber ku biryara herduyan jî di destê Îranê de ye.

Gelek kesên ku diçin seyrangehan, baldariyê nîşanî parastina derdorê nadin, li pey xwe gelek  gemarê dihêlin û seyrangehan vediguherînin zibilgehan. Desteya Jingehê hewl dide çanda parastina jîngehê belav bike.

Ji bo şermezarkirina cezayên Dadgeha Cînayetê ya Bilind a Enqereyê li dijî 108 siyasetmedar û hiqûqnasên HDPˊê li ser paşxaneya Doza Kobanê, xelkê kantona Firatê meşekê ji Qada Jin a Kobanê ve li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan li ser gorên şehîdan ên Til Hemîs, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Hesekê, Til Temir, Şedadê , Dêrikê yên kantona Dêrazorê mûman pê dixe, saet 19:00ˊan. Li kantona Firatê jî ji bo bîranîna şehîd Haqî, şehîdên mehên Nîsan û Gulanê li Goristana Şehîd Dicle merasîm tê lidarxistin, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)