Îsraîlê rêya qaçaxçîtiya çekan a di navbera Sûriye û Lubnanê de girt

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku rê li ber qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve girtine.

Îsraîlê rêya qaçaxçîtiya çekan a di navbera Sûriye û Lubnanê de girt
24 cotmeh, 2025   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee got hêzên Lîwaya Çiyayî bi hevkariya Yekîneya 504’an, operasyon pêk anîne û di encamê de rê li ber qaçaxçîtiya çekan a ji Sûriyeyê ber bi Lubnanê ve hat girtiye. 

Berdevk ragihand ku beriya ku mudaxele bikin û kesên têkildar bigirin, li ser sînor tevgerên gumanbar hatine tespîtkirin. Her wiha destnîşan kir ku çek hatine desteserkirin û kesên girtî ji bo lêpirsînê hatine veguhastin.

(bb)