Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin

Li Spanyayê pêşangeha "Jinên di navbera şeran de" ku balkê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê, rola wê di berxwedana li hember "terorê", parastina azadî û wekheviyê de, hat vekirin.

Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin
Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin
Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin
Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin
Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin
Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin
Li Spanyayê pêşangek balê dikişîne ser têkoşîna YPJˊê hat vekirin
9 cotmeh, 2025   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Qesra Palau Robert a navdar a li bajarê Bercelonayê yê Spanyayê pêşangeha "Jinên di navbera şeran de" hat vekirin. Ev pêşangehê balê dikişîne ser lehengiyên jinên ji Rojavayê Kurdistanê, Bakur û rojhilatê Sûriyeyê û ezmûnên wan ên li dijî şer û jinûve avakirina aştiyê û civakê.

Di pêşangehê de bi awayekî taybet têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), rola wan di berxwedana dijî "terorê" de, parastina azadî û wekheviyêû hewlên wan ên jinûve avakirina jiyana piştî şer hat pêşkêşkirin.

Biryar e piştî pêşangeh li gelek bajarên din ên Spanyayê û gelek welatên cîhanê ve biçe bê vekirin, da ku dengê jinên têkoşer bi peyamekê bigihîne cîhanê.

Heta 30ˊê Cotmehê li Qesra Palau Robert a Bercelonayê ya Spanyayê pêşangeh didome.

(fr)